Rêxistinên hiqûqê yên Rihayê ji bo çalakiya girtiyên siyasî bang li raya giştî kir

Rêxistinên hiqûqê yên Rihayê têkildarî çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka kurd bang li baro, rêxistinên mafên mirovan û saziyên sivîl ên civakî kirin ku ji bo bidawîkirina tecrîdê û daxwazên girtiyan bi cih werin çalakiyên cûr bi cûr li dar bixin.

Di çarçoveya Pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” de çalakî berdewam dikin.

Çalakiya girtiyên siyasî ya girevên birçîbûnê jî bi biryardarî didome.

Rêxistinên hiqûqê yên Rihayê, têkildarî çalakiya girtiyên diyar kirin ku bêhiqûqiya li girtîgehan pirsgirêka herkesê ye.

Serokê Navenda Mafên Mirovan a Baroya Rihayê Ahmet Taş axivî û got:

“Daxwazên girtiyan hiqûqî ne.

Divê rayedarên dewletê ji bo daxwazên girtiyan bi cih bên bi lezgînî gavan biavêjin.

Lê ji ber ku dewlet vê berpirsyariyê bi cih naîne, gelek mafên girtiyan tên binpêkirin.”

Rêxistinên hiqûqê yên rihayê: divê daxwazên girtiyên siyasî bi cî werin

Endamê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Rihayê Mûstafa Vefa jî bal kişand ser pirsgirêkên ku ji ber çalakiya girtiyan derkevin holê û dewam kir:

“Bi van çalakiyan wê fikarên malbatên wan zêdetir bibin.

Ji ber ku di girtîgehan de gelek girtiyên nexweş hene û dema malbatên wan agahî ji wan negirin dê bibe sedema fikarên giran.

Rêvebera Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) Ayşe Şehrîban Demîrel jî ji bo daxwazên girtiyan bi cih werin banga li raya giştî ya demokratîk kir û got:

Divê raya giştî ya demokratîk li hemberî daxwazên girtiyên siyasî bi hestiyar tevbigere û piştgiriya girtiyan bike.

Li hemberî vê divê rêxistinên hiqûqî, raya giştî ya demokratîk û rêxistinên sivîl bertek nîşan bidin ku ev bê hiqûqî bi dawî bibe, tecrîd be rakirin û daxwazên girtiyan bên qebûl kirin.

Ev bêhiqûqî pirsgirêka me hemûyan e.”

Back to top button