Naveroka serdana Erdogan a ji bo Bexdayê eşkere bû

Medya Iraqê naveroka serdana Serokkomarê Tirk Tayib Erdogan a ji bo Iraqê eşkere kir û got:”Wê di hevdîtina li gel berpirsên Iraqê de mijara avê, hinardekirina gaza xwezayî û neftê ya ji bo Tirkiyeyê û mijarên ewlehiyê baxivin.

Kanala Rabie ya Iraqê di derbarê naveroka serdana Serokkomarê Tirk Tayib Erdogan a ku wê di 22’yê Nîsanê de ji bo Iraqê pêkbîne de agahiyan parve kir.

Hat diyarkirin ku wê di hevdîtina Erdogan a li gel berpirsên Iraqê de li ser çend mijaran baxivin.

Ji wana jî mijara avê, hinardekirina gaza xwezayî û nefta Iraqê ya ji bo Tirkiyeyê û çend mijarên ewlehiyê baxivin.

Hat gotin ku piştî hevdîtinên li Bexdayê, Erdogan wê serdana Hewlêrê jî bike û li gel rayedarên Herêmê PDK’e bicive.

Hêjayî bibîrxistinê ye wê roja 22’yê Nîsanê Erdogan serdana Iraqê bike.

Tê pêşbînîkirin ku ji bilî dosya av, gaz û neftê, wê plana nû ya komkujiya li ser Kurdan û êrişa li dijî tevgera azadiyê ya gelê Kurdistanê jî baxivin.

Daxuyaniya Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Iraqê Qasim Ehrecî li ber fikaran vekir

Back to top button