Daxuyaniya Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Iraqê Qasim Ehrecî li ber fikaran vekir

Hewldanên dewleta Tirk û PDK’ê yê ji bo dewleta Iraqê û YNK’ê jî xistina nava şerê li dijî PKK’ê dewam dike.
Di nava vê pêvajo yê de daxuyaniya Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Iraqê Qasim Ehrecî rê li ber fikaran vekir.
Qasim Ehrecî bêyî ku nav destnîşan bike bi awayekî girover gef li hêzên çekdar yên li herêmê kir û got:
Divê komên çekdar çekan deynin û ev rewş di zûtirîn dem de çareser bibe.

Di pêvajoye ku dewleta Tirk û PDK bi hev re hewl didin, Iraq û YNK’ê jî bixin nava şerê li dijî PKK’ê de, daxuyaniya Şêwirmendê ewlehiya neteweyî yê Iraqê Qasim Ehrecî rê li ber fikaran vekir.

Dewleta Tirk a bi vê plana qirêj tevdigere, di bin navê şerê li dijî PKK’ê de dixwaze Başûrê Kurdistanê dagir bike û armanca xwe ya misakî mîlî pêk bîne.

Qasim Ehrecî: Serdana Erdogan a Bexdayê wê têkiliyê ber bi qonaxeke nû ve bibe

Ji bo vê 22’ê Nîsanê şefê rejîma Tirkiyê Erdogan wê serdana Iraqê bike.

Li gorî rojnameya hikûmeta Iraqê, şêwirmendê ewlehiya neteweyî yê Iraqê Qasim Ehrecî îdia kiriye ku serdan wê têkiliya her du aliyan ber bi qonaxeke nû ya bi sûd ve dibe.

Qasim Ehrecî destnîşan kiriye ku Iraq bi israr e nakokiyên di navbera Bexda û Enqerê bi dawî bibin û ev tişt aniye ziman:

Serdana Erdogan wê di çarçoveya têkiliyên stratejîk ên di warê hevkarî, veguhastin, enerjî, ewlehî û aboriyê de pêk were û muzekereyên lihevkirinê werin îmzekirin.

Şêwirmendê Iraqê di nava axaftina xwe de gotiye serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî girîngî daye dosya avê û komîteyeke bilind a ji bo çareserkirina vê dosyeyê di nava herdu aliyan de komîteyek ava kiriye.

Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Iraqê beyî nav bide gef li hêzên çekdar xwar

Her wiha bêyî ku nav destnîşan bike bi awayekî girover gef li hêzên çekdar yên li herêmê kiriye û banga danîna çekan kiriye.

Cemîl Bayîk: Lihevkirina Iraq û Tirkiyê wê zirarê bi serweriya Iraqê bike

Hêjayî bibîrxistinêye Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayîk jî doh têkildarî mijarê gotibû:

“PKK’ê her tim siyaseta dostanî û berjewendiyên hevbeş li gel Iraqê meşandiye.
Ew biryara ku propagandaya wê tê kirin ku Meclisa Ewlehiya Neteweyî ya Iraqê li ser PKK’ê daye rast be.
Wê demê ev biryar çi qas zerarê bide PKK’ê, dê ew qas jî zerarê bide berjewendiyên Iraqê.”

Back to top button