Hevdîtina Sûdanî û Biden

Şeva borî Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî li gel Serokê Amerîkayê Joe Biden civiya.
Di civînê de mijarên sereke têkçûna DAIŞ’ê, aborî, enerjî û pirsgirêkên di navbera Başûr û Bexdayê de bûn.
Her du aliyan xwestin ku carek din dest bi veguhestina petrola Başûrê Kurdistanê ya ji bo Tirkiyê were kirin.
Her wiha behsa muçeyê karmendên Herêmê û hilbijartina Parlementoya Başûrê Kurdistanê kirin.

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî li ser vexwendina Serokê Amerîkayê Joe Biden çûbû Amerîkayê.

Doh Sudanî û Biden li Qesra Spî civiyan.

Ofîsa Serokwezîrê Iraqê di derbarê naveroka hevdîtina Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî ya li gel Serokê Amerîkayê Joe Biden de daxuyaniyek nivîskî parve kir.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku di hevdîtina li gel Biden de li ser çend mijaran giftûgo hatin kirin.

Hat gotin ku her du aliyan girêdanbûna xwe bi hevbeşiya stratejîk a dayîmî ya navbera her du welatan ve anîn ziman.

Di beşek din a daxuyaniyê de hat gotin ku her du aliyan fikrên xwe li ser hevkariya piralî ya li gor lihevkirina di çarçoveya stratejîk a 2008’an de anîne ziman.

Serwerî û ewlehiya Iraqê

Her du serokan îşaret bi giringiya hev re kar kirina ji bo zêdekirina ewlehiya herêmê, rêzgirtina li serwerî û ewlehiya Iraqê kirin.

Her wiha her du aliyan li ser rêyên hevkariya siyasî, aborî û ewlehî ya di navbera Iraq û Amerîkayê de axivîn.

Hat gotin ku Biden anî ziman ku ew piştgiriya dewletek bihêz û bi ewle ya Iraqê dikin.

Hat diyarkirin ku Biden pesnên pêşketninên Iraqê yên di warê enerjiyê de da û her du aliyan li ser derfetên dema pêş axivîne daku ta sala 2030 Iraq bikare xwe bi xwe di aliyê enerjiyê de îdare bike.

Biden piştgiriya Amerîka ya ji bo hewldanên pêşketina Iraqê ya di aliyê modernîzekirina kerta enerjiyê de anî ziman.

Daxwaza vekirina boriya petrolê

Sûdanî û Biden teqezî li ser giringiya gihandina petrola Iraqê bo bazara navdewletî kirin û daxwaza xwe ji bo vekirina boriya petrolê ya di navbera Başûrê Kurdistanê û Tirkiyê de nîşan dan.

Biden piştgiriya Amerîkayê ya ji bo peywendiyên Iraqê ya bi civaka navnetewî re dubare kir, herwiha soz da ku Amerîka wê ji bo xurtkirina aboriya Iraqê ya li Rojhilata Navîn piştgiriya xwe dewam bikin.

Li gorî heman daxuyaniyê Sudanî û Biden behsa hewldanên Iraqê yên ji bo reformên di kerta darayî û bankan de kirine ku ji bo aboriya navnetewî û zêdekirina bazirganiyê dibin alîkar.

Sudanî û Biden behsa dilsoziya bi aramiya Iraqê û ewlekariyê re kirin û hate gotin;

“Divê hêzên ewlekarî yên Iraqê piştrast bin ku wê DAIŞ êdî carek nekaribe di navxweyiya Iraqê de bibe gef li ser gelê Iraq û civaka navnetewî.

Serokwezîrê Iraqê çû Amerîkayê

Back to top button