175 rojin agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin

Rojnamevan Silêman Ehmed ku ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin 175 rojin agahî jê nayê girtin.
Serokê edîtoriya malpera Rojnamegeriya Sînornenas Coyî Hedad têkildarî mijarê axivî û got:
“Li hember her tiştekî ku bê serê Silêman Ehmed desthilata Başûrê Kurdistanê berpirs e.”

Rojnamevanê Rojnews’ê Silêman Ehmed ji 1’ê Cotmehê ji aliyê PDK’ê ve li ser sînorê Sêmalka ve hat revandin.

Ji zêdetirî 5 mehan ve PDK’ê derbarê rewşa Silêman Ehmed tu agahî nade.

Tevî hemû bangên aliyên berpirs û komeleyên hiqûqî ji bo diyarkirina sedema revandina û berdana wî, heta niha rewşa wî nehatiye eşkerekirin.

Serokê edîtoriya malpera “Sehafe Bîle Hidûd” Rojnamegeriya Sînornenas a Lubnanê Coyî Hedad derbarê mijarê de axivî.

Coyî Hedad: PDK’ê li hember revandina Silêman Ehmed berpirs e

Coyî Hedad anî ziman ku tevî peyman û qanûnên navneteweyî yên parastina rojnamevanan, dîsa jî jiyana wan di xeterê de ye û got:

“Siyaseta bêdengkirinê ji derekê digihîje dereke din.

Revandina hevpîşeyê me Silêman Ehmed ji aliyê PDK’ê ve jî mînak e.

Nexasim ku ev 175 roj e tu agahî der barê rewşa wî de nehatine girtin.”

Coyî Hedad: Divê PDK’ê rêzê ji peymanên parastina rojnamegeran re bigire

Coyî Hedad bang li desthilata Başûrê Kurdistanê kir ku rêzê ji qanûn û peymanên parastina rojnamegeran re bigire û ev tişt anî ziman:

“Li hember her tiştekî ku bê serê Silêman Ehmed desthilata Başûrê Kurdistanê berpirs e.

Li hember van kiryarên li dijî rojnamegeran bêdengî nabe, kî dibe bila bibe pêwîst e aliyên sûcdar bên cezakirin.

Revandina rojnamegeran kiryarekî metirsîdar e û gefê li azadiya wan dixwe.

Pêwîst e her kes ji bo misogeriya azadî û ewlehiya rojnamegeran alîkar be.”

174 rojin Silêman Ehmed ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin

Back to top button