Hêzên Asayîşê bi daxwiyaniyekê nasnameya endamekî xwe yê şehîd eşekre kir.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Asayîşê derbarê mijarê daxwiyaniyek da û ev agahî parve kir:
“Endamê me Fadî Hemîd El Elî 14’ê Nîsanê dema erka xwe ya parastina xak û gelê xwe pêk dianî li Dêrazorê şehîd bû.
Fadî Hemîd El Elî di encama krîza dil de şehîd bû.
Şehîd Fadî yek ji endamên damezrîner û bibandor bû.
Ji dema tevlî nava Hêzên Asayîşê bûye bi dilsozî û dilpakî erka xwe li hemberî welatê xwe bi cih dianî.
Endamekî çalak bû beşdarî gelek pêngavên li dijî şaneyên DAIŞ’ê û komên çete bû.”
Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîd wiha ye:
Nav û paşnav: Fadî El Elî
Navê Dayikê: Xilûde
Navê Bav: Hemîd
Cih û Dîroka Tevlêbûnê: Dêrezor 2019/5/23
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrezor 14.04.2024