Li Siwêdayê li dijî avahiyeke hikumeta Şamê êrişa bombeyî

Hate ragihandin ku li dijî avahiya ‘Beşa Ewlehiya Dewletê’ a hêzên hikumeta Şamê ya li Siwêdayê êrişeke bombeyî pêk hatiye.

Hate diyarkirin ku êriş ji aliyê komeke nenas ve hatiye kirin, lê der barê windahiyan de tu agahî nehatin parvekirin.

Hate zanîn ku li taxa Cela ya Siwêdayê jî guleyeke moşekan li hewa teqiyaye û piştre dengê guleyan hatiye bihîstin.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), hêzên Şamê bazirganekî sebzeyan li Sûk El Hal a li Şamê girtibû.

Wekî bersiv li hemberî girtina bazirgan, komeke xwecih û hin bazirganên sebzeyan efserek û leşkerekî hêzên hikumeta Şamê li benda kontrolê ya Enqûd a li bakurê Siwêdayê girtin.

SOHR ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyan, diyar kir koma xwecih hikumeta Şamê agahdar kiriye ku efser û endamên wan ragirtine û xwestin daxwaza wan a berdana bazirgan pêk bînin.

Back to top button