Berpirsyarekî li ser mêvanxaneyek DAIŞê hat girtin
Hêzên Asayişê bi daxuyaniyekê ragihand ku berpirsyarekî şaneyên DAIŞ’ê girtin e.
Asayişê diyarkir ku xebatên wan yên ji bo şopandna şaneyên DAIŞ û komên çeteyan dewam dike.
Piştî şopandinê, hêzên HAT yên Asayîşê bi piştgiriya Koalîsyona Navdewletî operasyonek li gundê Xerîbe yê herêma Siwer a bajarokê Şedadê li darxist.
Operasyonê îro Sêşemê seatên sibehê pêk hat.
Di encamê de, berpirsyarekî şaneyên DAIŞ’ê hat girtin.
Her weha tevî çekek kilaşniîkov û demanceyekî gelek cebilxane jî hatin desteserkirin.
Hêzên Asayişê dazanîn ku çete û alavên hatine desteserkirin radestî dadmendiyê hatiye kirin û xebatên lêpirsînê jî tên kirin.
Hêzên Asayişê dawiyê teqez kir ku ewê ji bo parstina herêma xwe û pêkanîna ewlehiya civakî tu carî nesekin û rê li ber hemû komên çete û êrişan bigrin.