Li Derayê leşkerk hikumeta Şamê hate kuştin

Li Siwêdayê li dijî avahiyek hêzên hikumeta Şamê êrişek bombeyî pêk hat.
Balafirên xwekuj ên hêzên hikumeta Şamê eniyên li rojavayê Helebê bombebaran kirin.

LI aliyê parêzgeha Derayê jî aramckirina kesan û kuştina wan didome.

Li du deverên cuda yên parêzgeha Derayê çekdarên nenas endamekî îstixbarata leşkerî ya hêzên hikumeta Şamê û sivîlek kuştin.

Li gorî çavdêriyê, ji destpêka salê ve li Derayê 97 bûyerên kuştin çêbûne.

Di encamê de 135 kes hatine kuştin ku piraniya wan ji hêzên hikumeta Şamê û sivîl in.

Hêzên hikumeta Şamê eniyên çeteyên dewleta Tirk ên li Helebê bombebaran kir

Li Herêma qaşo ‘bêçek’ di navbera hêzên hikumet Şamê û çeteyên delweta Tirk a dagirker şer rûda.

4 balafirên bêmirov ên hikumeta Şamê eniyên rojavayê Helebê bombebaran kirin.

Di encamê de 5 kes birîndar bûn.

Back to top button