Xelkê Kobanê sersaxî ji malbatên 2 gerîlayan re xwestin

Xelkê Kobanê ji malbatên gerîlayên HPG’ê Garzan Tohildan û Mizgîn Dilbirîn re sersaxî xwestin û peyama şopandina rêya şehîda dan.
Li Minbicê jî şehîd Ezîz Ereb hat bi bîranîn.

Ji bo gerîlayên HPG’ê Garzan Tohildan yê ku 9’ê Adara 2024’an li Zapê û gerîlaya YJA Starê Mizgîn Dilbirîn a 1’ê Cotmeha 2021’an li Avaşînê şehîd bûbûn, sersaxî hat xwestin.

Xelkê bajêr malbata her dû şehîdan bi tenê ne hiştin û bi girseyî herikîn bin konê sersaxiyê.

Li wir Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê Eyşe Efendî sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest.

Piştre, wesîqeyên şehîd Tolhildan û şehîd Mizgîn hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Dawiyê de dayika şehîd Gerzan Tolhildan jî berxwedan gerîla silav kir.

Li Minbicê şehîd Ezîz Ereb hat bi bîranîn

Li bajarê Minbicê jî, Meclisa Malbatên Şehîdan şehîd Ezîz Ereb bi bîranîn.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Ezîza Hesen diyarkir ku şehadeta şehîd Ezîz bû çirûska pêşengtiya sedan ji ciwanên Ereb re.

Merasîma bîranînê bi sinviziyonkê li ser jiyan şehîd Ezîz Ereb bi dawî bû.

Ji bo bîranîna şehîd Ezîz Ereb

Li aliyê din koma Agirê Helebê jî ji bo bîranîna şehîd Ezîz stranek bi sernavê Ezîz derxistin.

Back to top button