Artêşa Lubnanê kujerên Baskal Silêman girtin

Piştî kuştina Baskel Silêman zextên li dijî penaberên Sûrî li Lubnanê zêde dibin.
Lubnaniyan li taxa Binet Cebeliyê welatiyek sûrî îşkence kirin û ew kuştin.
Ev yek li Lubanê û Sûriyê rastî bertekên tund hat.
Her wiha ji hikumeta Lubnanê hate xwestin ku sûcdaran darzînin û zextên li dijî penaberên Sûrî bi dawî bike.
Beriya çend rojan Koordînatorê Partiya El Quwat a Lubnanê Baskal Silêman ji bajarokê Cibêl ê Lubnanê hate revandin.

Artêşa Lubnanê bi daxuyaniyekê diyar kir ku Baskal Silêman ji aliyekê komeke dizên erebeyan ve hatiye revandin.

Artêşa Lubnanê ragihand ku dizan Baskal kuştine û cenazeyê wî birin Sûriyê.

Her wiha destnîşan kir ku kujerên Baskal yên girtine hemû Sûrîne û got:

“Ew kesan ku hatine girtin li xwe mikur hatine dema hewl didan erebeya Baskal bidizin, ew kuştine.”

Piştî vê bûyerê, zextên li ser penaberên Sûriyeyî yên li Lubnanê zêde bûn.

Alîgirên Baskal li qadan li penaberên Sûrî digerin û êşkence dikin.

Li ser medyaya dijîtal gelek dîmen ku vê hovîtiyê nîşan dide hatin belavkirin.

Welatiyekî Sûrî li Libnanê bi awayekî hovane hate kuştin

Di vê çarçoveyê de, li taxa Binet Cebeliyê Lubnaniyan welatiyê Sûrî yê bi navê Elî Ebdulbaqî dema ku karê xwe vedigere malê wî digirin, êşkence dikin.

Elî Ebdulbaqî di bin êşkenceyê hate kuştin.

Hikumeta Lubnanê li ser vê bûyerê ti deng ji xwe neanî ye.

Li dijî vê yekê li nava Sûrî û welatiyên wî yên li Libnanê bertek derketin.

Welatiyên Sûrî dibêjin;

“Xwîna Elî Ebdulbaqî ji ya Baskal Silêman ne erzantir e.”

Her wiha bang li hikumeta Lubnanê kirin ku sûcdaran darzînin û zextên li dijî penaberên Sûriyê bi dawî bikin.

Ji dema kuştina Baskal Silêman û heta niha her roj Lubnanî li penaberên Sûrî digerin û wan êşkence dikin.

Her wiha bera wan ji welatên xwe dikin.

Back to top button