Berpirsê partiyeke Lubnanî li Sûriyê kuştî hat dîtin

Beriya çend rojan Li Lubnanê Berpirsê partiyek Lubnanî hate revandin û cenazeyê wî li Sûriyê hat dîtin.
Artêşa Lubnanê ragihand ku kesên ku ev sûc kirine girtin û hemû jî Sûrî ne.
Pişt vê zextên li ser penaberên Sûriyeyî yên li Lubnanê zêde bûn.
Kesên ku zext li Sûriyan dikin ew hişyar kirin ku heta roja Înê divê hemû Sûrî dev ji mal û dikanên xwe berdin û vergerin welatê xwe.

Beriya çend rojan Koordînatorê Partiya El Quwat a Lubnanê Baskal Silêman li bajarokê Cibêl ê Lubnanê hate revandin.

Artêşa Lubnanê bi daxuyaniyekê diyar kir ku Paskal Silêman ji aliyekê komeke dizên Erebeyan ve hatiye revandin.

Artêşa Lubnanê ragihand ku dizan Baskal Silêman kuştin û cenazeyê wî birin Sûriyê.

Her wiha destnîşan kir ku kesên ku Silêman revandine, û hemû jî sûriyeyî ne û got:

“Ew kesan ku hatine girtin li xwe mikur hatin ku dema hewl didan erebeya Silêman Baskal bidizin, ew kuştine.”

Zextên li ser penaberên Suriyeyî yên li Lubnanê zêde bûn

Piştî kuştina Paskal Silêman, zextên li ser penaberên Sûriyeyî yên li Lubnanê zêde bûn.

Li ser medyaya dijîtal gelek dîmen hatin belavkirin ku hinek kes êrişî paneberên sûriyeyî dikin.

Di dîmeneke ku hat gotin li bajaroka Taberca hatiye kişandin de komek êrişî karkarekî sûriyeyî yên vedigeriya mala xwe dikin.

Li vir Komeke ciwanên li motorsiklêtan siwar bûne ji sûriyeyiyan dixwazin beriya înê terka mal û dikanên xwe bikin.

Her wiha ciwanek dibêje: “Me hişyarî da êdî tu hêcet nîn in.”

Têkildarî mijarê rayedarek Şaredariya Birc Hemûd jî ji malpera El Cedîd re got:

“Ji bo kontrolkirina rewşê ew bi hêzên ewlekariyê re di nava pêwendiyan de ne.”

Di Tîrmeha 2022`yan de hikumeta Lubnanê ragihandibû ku ji bo derxistina sûriyeyiyan ji Lubnanê bi hikumeta Şamê re koordîne kiriye û dê 15 hezar sûriyeyî mehane vegerin Sûriyeyê, lê heta niha ev plan bê encam maye.

Sala borî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk di nexşerêya çareserkirina aloziya Sûriyeyê de, ragihandibû ku ew amade ye penaberên sûriyeyî pêşwazî.

Piştî wê daxuyaniyê, sala borî rêveberiyê zêdetirî 50 penaberên sûriyeyî yên ji Lubnanê vegeriyan Sûriyeyê pêşwazî kirin.

Back to top button