Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker 24 caran Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe kirin.
Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê de ev tişt hate gotin:
“Beriya her tiştî em cejnê bi hestên xwe yên şoreşgerî li dayikên xwe yên şehîdan, malbatên xwe yên şehîdan, gelê xwe yê welatparêz û hemû hevrêyên xwe pîroz dikin.”
HPG: Herêmên parastinê yên medyayê 24 caran hatin bombekirin
Têkîldarî êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker jî HPG’ê ev agahî parve kir:
“8 heta 10’ê Nîsanê herêma Garê, Metînayê, Zapê û herêma Xakurkê 24 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.”
Li aliyê din îro artêşa Tirk a dagirker herêma Hindawî ya navçeya Amediyê derverên sivîlan bombardiman kir.
Di encama êrişê de ziyan gihişt malên şêniyan.