Hevserên Iraqî ên ku du zarokên Êzidî kiribûn kole li Elmanyayê hatin girtin

Dozgeriya Federal a li Karlsruhe ya başûrê Elmanyayê doh bi daxuyaniyekê ragihand ku hevjînên Iraqî yên ku di sala 2015’an û 2017’an de 2 zarokên keç ên Êzidî revandibûn û wan kiribûn koleyên çeteyên DAIŞ’êbi biryara dadgehê hatin girtin.

Dozgeriya federal a li Karlsruhe roja Çarşemê ragihand ku hevjînên Iraqî yên ku 2 zarokên keç ên Êzidî kiribûn kole li Almanyayê hatine girtin.

Di daxuyaniya çapemeniyê ya dozgeriyê de hat ragihandin ku her du Twana H.S û hevjîna wî Asîa di navbera Cotmeha 2015 û Kanûna 2017’an de li Iraq û Sûriyê endamên DAIŞ’ê bûn.

Hat ragihandin ku ev hevjînên “herî dereng sala 2015’an ” keçikeka 5 salî û paşê jî “ji Cotmeha 2017’an pê ve” keçeka din a 12 salî kirine kolê xwe.

Li gorî agahiyên ku di daxwuyaniyê de hatin diyar kirin ku wana di H.S. gelek caran destdirêjiya zayendî li her du zarokan kir.

Li herdu zarokan baweriya wan ya Êzîdatiyê hatibûn qedexekirin û ew mecbûr kiribûn ku dua û qaîdeyên îslamî pêk bînin.

Her wiha bi îdîaya ku zarok şaşitî kirine rastî şîdeta fîzîkî ya giran hatine.

Her du zarok gelek caran neçar hatine hiştin ku nîv saetê li ser lingekî bisekinin.

Li gorî daxuyaniyê ev pêkanînên bi armanca tinekirina baweriya Êzidiyan e.

Dozgeriyê, diyar kir ku her du kesên tewanbar di Mijdara 2017’an de beriya ku ji Sûriyê derkevin herdu zarok radestî endamên DAIŞ’ê kirine.

Herdu kesên ku roja Sêşemê li Regensbûrgê û Roth (Başûrê Elmanyayê) hatin binçavkirin, di 9 û 10’ê Nîsanê de bi biryara dadgehê hatin girtin.

Hêjayî bîrxistinê di dawiya Tebaxa 2023’yan de jineke Alman ku endama DAIŞ’ê bû, ji ber kuştina keçeke Êzidî ya li Iraqê bi 14 salan cezayê girtîgehê hate cezakirin.

Meclîsa Federal a Elmanyayê di Çileya 2023’yan de sûcên li hemberî Êzidiyan hatin kirin weke jenosîd qebûl kiribû.

Back to top button