Hilbijartinên li Koreya Başûr

Di hilbijartinên giştî yên ku li Koreya Başûr hatin lidarxistin de, Partiya Demokrat a lîberal a mûxalefetê tevî partiyên din ên biçûk ên ku pê re hevalbend bûn, karîbûn 192 ji 300 kursiyên parlamentoyê bi dest bixin.
Piştî têkçûna Partiya Hêza Gel a desthilatdar, Serokwezîr Han Duk-soo û serokê partiyê Han Dong-hoon ji wezîfeyên xwe îstifa kirin.

Li Koreya Başûr hilbijartin hat lidarxistin.

Partiya Demokrat a Lîberal 192 kursî bidestxistin û Partiya Hêza Gel a desthilatdar têk çû.

Serokê Partiya Demokrat Lee Jae-myung li hember Yoon Suk-Yeol di hilbijartinên Serokomariyê yên 2022’an de ji sedî 0,73 têk çûbû.

Hikûmet û muxalefet jî bi girtina partiyên biçûk bi xwe re armanc kirin ku rêjeya dengên xwe zêde bikin.

Serokê Partiya Demokrat Lee Jae-myung got:

“Ev ne serkeftina partiya me, serkeftina mezin a gel e.”

Lee da zanîn ku divê ji niha û pê ve hemû alî li hev kom bibin û li dijî krîza aborî ya heyî hewl bidin.

Piştî encamên îro, îdiaya namzediyê Lee, ku di hilbijartina 2022’an de bi ferqek kêm deng li hember Serok Yoon winda kir, dîsa xurtir bû.

Muxalefet biser ket, serokwezîr îstîfa kir

Serok Yoon li ser mijarên wekî zêdebûna bihayên xwarinê, pîrbûna bilez a nifûsê, û grevên di sektora tenduristiyê de li ser rexne dihat kirin. bû.

Meha borî, Yoon rastî bertekên mezin hat, piştî ku wî serdana supermarketek li paytext Seulê kir û anî ziman ku pîvazên biharê bi 875 Won têne firotin “bi bihayek maqûl” in.

Piştî skandala pîvazên biharê, cotkaran di çalakiyên xwe yên li dijî qeyrana aborî de pîvazên biharê wek sembol bikar anîn û muxalefetê karîbû vê sembolê bîne ser zemîna siyasî û berî hilbijartinan destê Partiya Demokrat bihêztir kir.

Jina Serok Yoon, Kim Keon Hee piştî ku çenteyekî luks wek diyarî qebûl kir, bû mijara rexneyan.

Di van demên dawî de îdiayên gendeliya di nava partiyê de jî di rojeva çapemeniyê de ye.

Ji aliyekî din ve, Partiya Demokrat a muxalefetê jî bi dubendiyên siyasî û tohmetên gendeliyê di nava xwe de mijûl e.

Back to top button