Şerê Îsraîl û Hemasê:188 roj

Artêşa Îsraîlê roja cejnê jî êrîşî Şerîda Xezayê kir û di encamê de windahiyên canî çêbûn.
Wezareta Tenduristiyê ya Fîlîstinê ragihand ku di 24 saetên dawî de 122 Filîstiniyên din jiyana xwe ji dest dan û 56 Fîlîstinî jî birîndar bûn.
Her wiha Îsraîlê roja ewil a cejnê wesayîtek kir armanc ku di nav de endamên malbata yek ji lîderên Hemasê Îsmaîl Heniyye hebûn.
Di vê êrîşê de 3 kur û neviyên Îsmaîl Heniyye hat kuştin.

Erîşên Îsraîlê ya li Şerîda Xezayê roja Cejnê jî berdewam kir.

Di nûçeya ajansa fermî ya Filistînê WAFA’yê de hat diyarkirin ku balafirên şer ên Îsraîlê herêmên bakur û navenda Şerîda Xezayê bi tundî bombebaran kirin.

Li Kampa Penaberan a Nuseyratê ya li navenda Xezayê balafirên şer ên Îsraîlê malek bombe kirin, 5 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn.

Di êrîşên Îsraîlê de herî kêm 5 sivîl mirin

Artêşa Îsraîlê bi balafirên şer hin herêmên Kampa Penaberan a Nuseyratê bombebaran kir û ji bejahî jî bi tankan derbasî hin herêman bû.

Di nûçeyê de hat destnîşankirin ku di encama bombebarana artêşa Îsraîlê ya deryayê de li ser malên Kampa Penaberan a Şatî ya li bajarê Xezayê gelek kes mirin, lê hejmara wan nehat zelalkirin.

Li Xezayê hejmara miriyan derket 33 hezar û 482’yan

Li aliyê din Wezareta Tenduristiyê ya Filîstinê ya li Xezayê bîlançoya dawî parve kir.

Wezaretê di daxuyaniyê de ragihand ku di 24 saetên dawî de 122 Filîstiniyên din jiyana xwe ji dest dan û 56 Fîlîstinî jî birîndar bûn.

Li gor vê bîlançoyê hejmara miriyan derket 33 hezar û 482’yan û hejmara birîndaran jî derket 76 hezar 49’an.

Di êrîşên Îsraîlê de 3 kur û neviyên îsmaîl heniyye hat kuştin

Her wiha di roja ewil a Cejna Remezanê de ji aliyê Îsraîlê ve bi dehan êrîşên hewayî li ser Şerîda Xezayê hatin kirin

Îsraîl roja cejnê wesayîtek kir armanc ku di nav de endamên malbata yek ji lîderên Hemasê Îsmaîl Heniyye hebûn.

Li gorî agahiyan malbatê Heniyye ji ber cejnê serdana Kampa Penaberan a El şatî dikirin, hatin hedef girtin.

Di wesayîtê de 3 kur û neviyên Îsmaîl Heniyye mirin û hin endamên malbatê jî birîndar bûn.

Çavkaniyên tenduristiyê ragihandin ku di êrîşê de kurên Heniyeyê yên bi navê Hazim, Emîr û Muhammed û hin neviyên wî jî jiyana xwe ji dest dane.

Îsmaîl Heniyye: Zarokên min li Xezayê man û neterikandin

Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji aliyê Buroya Çapemeniyê ya Hikumetê ya li Xezayê ve hat dayîn de wiha hat gotin:

“Artêşa Îsraîlê di roja ewil a Cejna Remezanê de li dijî malbata Heniye komkujiyek pêk anî.

Di komkujiyê de heta niha 5 kesan jiyana xwe ji dest dane û gelek kes jî birîndar bûne.”

Di daxuyaniya ku hat dayîn de hat destnîşankirin di êrîşên ku di 24 saetên dawîn de ji aliyê Îsraîl ve hatin kirin de zêdetirî 125 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Piştî vê êrîşê Îsmaîl Heniye daxuyaniyek da û wiha got:

“Ez ji bo şehadeta zarokên xwe şikir ji Xwedê dikim.Zarokên min li Xezayê man û neterikandin.

Hemû gelê me bi xwîna zarokên xwe bedelên mezin didin.”

Şerê Hemas û Îsraîlê: 187 roj

Back to top button