Hêzên hikumeta Şamê bersiva êrîşan da

Pergala parastina asîmanî ya Hikumeta Şamê bersiva balafirên bêpîlot ku dixwestin êrîşî baregeha Himêmîm a Rûsyayê bikin, da.

Hate ragihandin, ji asîmanê bajarê Ceblê yê parêzgeha Laziqiyê, dengê gelek teqînan hat bihîstin.

Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan jî diyar kir ku, teqînek li nêzî baregehaHimêmîm ya Rûsyayê pêk hat.

Li gorî çavdêriyê, perala parastina asîmanî ya hikumeta Şamê bersiva balafirên ku ber bi baregeha Rûsyayê ve diçûn, da.

Back to top button