Rêveberiya Xweser 49 zarokên sêwî yên malbatên DAIŞ’ê radestî şandeyeke Rûsyayê kirin

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 49 zarokên sêwî yên malbatên DAIŞ’ê radestî şandeke Rûsyayê kir.

Şandeyeke ji hikûmeta Rûsyayê bi seroketiya komîsera serokê Rûsyaya Federal a mafên zarokan Maria Lvova-Belova gihîşt navenda Daîreya Têkiliyên Derve ya li Qamişloyê.

Şande ji aliyê cîgirê hevseroketiya daîreyê Robêl Beho, endamê Desteya Rêveber a daîreyê Xalid Îbrahîm û endama nivîsgeha têkiliyên YPJ’ê Lana Hisên ve hat pêşwazîkirin.

Rêveberiya Xweser bang li hemû dewletan kir ku welatiyên xwe yên li kampan û girtîgehan bibin.

Maria Vlova-Belova spasiya Rêveberiya Xweser kir ku alîkarî da zarokên sêwî û destnîşan kir ku ew ê wan zarokan radestî malbatên wan bikin.

Maria Vlova-Belova ragihand ku hikumeta Rûsyayê dê xebatên xwe yên ji bo vegerandina zarokên di kampan de bidomîne.

Daîreyê, 49 zarokên DAIŞ’ê ku bi xwe rûsî ne li gor belgeyeke fermî radestî şandeya Rûsyayê kirin.

Back to top button