Uveyş Ocalan di salvegera wefata xwe de li ser gora xwe hat bîranîn

Dayika rêber Abdulah Ocalan Uveyş Ocalan li Rihayê li ser gora xwe hat bibîranîn.
Her wiha li bajarê Helebê jî bi tevlîbûna tevger û rêxistinên bajêr semînerek hat dayin.
Ji Rêveberiya Komîteya Dayikên Şervanên Azadiya Kurdistanê, Fatme Hesen têkildarî salvegera koça dawî ya Dayika Uveyş axivî.
Fatme dibêje, dayika Uveyş ji bo me xwedewend e.

Îro 31’emîn salvegera wefata dayika rêber Apo, Uveyş Ocalan e.

Uveyş Ocalan di salvegera 31 a wefata xwe de li ser gora xwe ya li goristana gundê Amarayê yê Xelfetî ya Rihayê hate bibîranîn.

Kesên li ser gora Uveyş Ocalan hatin gel hev, piştî daxuyaniyê qurnefîl danîn ser gorê.

Uveyş Ocalan li Helebê hat bibîranîn

Kongra Star jî têkildarî rojê li salona 8’ê Adarê a semînerke da.

Bi dehan endamên sazî, komîn û şêneyên taxê amade bûn.

Semîner ji aliyê rêvebera Komîteya Têkiliyên a Kongra Star Fatima Hesen ve hat dayin.

Fatme balkişand ser rola dayikan di avakirina civakan de û got:

Dayika Ueyş mînaka jina xurt e ku Rêber Abdullah Ocalan teşwîq dikir pirsgirêkên xwe bi xwe çareser bike.

Ji ber wê, Rêbertî di asta herî jor de li ber xwe dide.”

Fatme Hesen: Dayika Uveyş ji bo me xwedewend e

Ji Rêveberiya Komîteya Dayikên Şervanên Azadiya Kurdistanê, Fatme Hesen têkildarî salvegera koça dawî ya Dayika Uveyş axivî.

Fatme dibêje, dayika Uveyş ji bo me xwedewend e.

Dayika ku Teslîmiyet qebûl nekir: Uveyş Ocalan

Back to top button