Îsraîl ji bo gihandina alîkariyan bo Xezayê li Bakur deriyek nû vekir

Îsraîlê ji gihandina alîkariyan li bakurê sînorê Xezayê deriyek nû vekir.
Wezîrê Parastinê ya Îsraîlê Yoav Gallant diyar kir ku ewê ji bo karê wan bi hevkarên wan yê navneteweyî re baştir bike.
Her wiha Rojnameya New York Times ku yek ji rojnameyên sereke yên Amerîkayê ye, îdda kir ku Îran li Şerîa Rojava bi çekan tijî dike.
Li gor rojnameyê piraniya çekan di rêya Iraq, Sûriye, Lubnan, Urdun û Îsraîlê re gihandine Şerîa Rojava.

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Gallant di daxuyaniya xwe de ragihand ku Îsraîl dê deriyek bejayî ya nû veke da ku alîkariyên ji derve yan jî Urdunê ji bo Filistîniyên li Xezayê bigihînin.

Gallant daxuyanî da rojnamevanan û anî ziman dê deriyê sînor ê nû li bakurê sînorê Xezayê bê avakirin û bi vî awayî dema hatina alîkariyên ku bi kamyonan ji Aşdodê 40 kîlometro dûr e, kurt dibe.

Yoav Gallant got:

“Ev bandorek rasterast li ser herikîna alîkariyê ya ku em plan dikin ku Xezayê pê tijî bikin heye.

Herwiha ew ê vekolînên ewlehiyê hêsantir bike û karê me bi hevkarên me yên navneteweyî re baştir bike.”

New York Times: Îran şerîa Rojava bi çekan Tijî kir

Rojnameya New York Times ku yek ji rojnameyên sereke yên Amerîkayê ye, îdda kir ku Îran li Şerîa Rojava bi çekan tijî dike.

Di nûçeyê de li ser agahiyên rayedarên Amerîkî, Îranî û Îsraîlî yên ku nexwestin nasnameyên wan bên parvekirin, hat îdiakirin ku rêveberiya Tehranê ev 2 sal in bi awayekî zêde çekan dişîne Şerîa Rojava.

Di nûçeyê de hat diyarkirin ku piraniya çekan di rêya Iraq, Sûriye, Lubnan, Urdun û Îsraîlê re gihandine Şerîa Rojava.

Hat îdiakirin ku di operasyonan de qaçaxçiyên Bedewî yên ku çek ji sînorê Urdunê dibirin Îsraîlê da roleke sereke lîstin.

Li gorî vê yekê, di rêya yekem de ku di qaçaxçîtiyê de tê bikaranîn, milîsên bi piştevaniya Îranê ji Sûriyê çekan dibirin Urdunê.

Rêya duyemîn jî di ser Sûriye û Lubnanê re derbas dibe. Çekên ku radestî Lubnanê tên kirin, ji aliyê çeteyên cuda ve bi qaçaxî derbasî Îsraîlê dibin.

Serokwezîrê Spanyayê Pedro sanchez banga naskirina Fîlîstinê kir

Sanchez di rûniştina pirsên mûxalefeta hikûmetê ya li Parlamentoya Îspanyayê de axivî û destnîşan kir ku ew ê beriya havînê Filistînê nas bikin û pêwîstiya vê yekê parast.

Sanchez bal kişand ku “yek ji karesatên însanî yên herî mexdûr ên sedsalê” li Xezayê rû da û wiha got:

“Em ji aliyan daxwaza agirbesteke mayînde, şermezarkirina êrîşên terorê yên Hamasê, serbestberdana tavilê ya dîl û teslîmkirina rehîneyan dikin.”

Bersiva bêhevseng a Îsraîlê tehdîd dike ku cîhan û Rojhilata Navîn bêîstiqrar bike û mafên mirovan bi dehan salan têk bibe.”

Sanchez destnîşan kir ku civaka navneteweyî bêyî ku pêşî li hebûna Filistînê nas bike nikare alîkariyê bide û got:

“Spanya amade ye ku dewleta Filistînê nas bike.”

Sanchez dê di 11 û 12’ê Nîsanê de serdana Polonya, Norwêc, Îrlanda û 16’ê Nîsanê jî Slovenya bike û ji bo naskirina dewleta Filistînê piştgirî bixwaze.

Şerê Îsraîl û Hemasê:188 roj

Back to top button