Husiyan li kendava Edenê 4 keştiyên Îsraîl û amerîkayê kir armanc

Husiyan li Behra Sor êrîşî 4 keştiyên Îsraîl û Amerîkayê kir û her wiha Fermandariya Navendî ya Amerîkayê-CENTCOM’ê jî ragihand ku hêzên wan li Yemenê 11 dronên Husiyan xistine xware.

Berdevkê Leşkerî yê Hûsiyan Yahya Serî duh ragihand ku hêzên wan du keştiyên Îsraîlê li Kendava Adenê kirine hedef.

Yahya Serî di daxuyaniya xwe de ev agahî dan:

“Li Kendava Adenê 2 keştiyên Îsraîlê hatin hedefgirtin.

Her wiha keştiya Amerîkayê ya bi navê Maersk Yorktown li Kendava Adenê û keştiyeke şer a Amerîkayê jî li Kendava Adenê hat hedefkirin.

Keştî bi fuzeyên behrî û balafirên bêmirov ên guncav hatin hedefgirtin.”

Çend keştiyên li Deryaya Sor rastî êrîşa Hûsiyên Yemenê hatin, ku dibêjin ev kiryar bersiva şerê Îsraîlê yê li ser Şerîda Xezayê ye.

CENTCOM: 11 dronên Husiyan hatin xistin

CENTCOM’ê ragihand ku hêzên ji duh ve li Yemenê 11 dronên Hûsiyan xistine xwarê.

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) bi rêya hesabê xwe yê X’ ragihand ku hêzên wan 11 dronên ku ji Yemenê li herêmên dibin kontrola Hûsiyan de rabûn, xistine xwarê.

Di heman daxuyaniyê de hate gotin ku dron ji bo keştiyên Amerîkayê gef in.

CENTCOM: Keştiyên Husiyan hat armanckirin

Back to top button