Dayika ku Teslîmiyet qebûl nekir: Uveyş Ocalan

Îro 31’min salvegera vefata dayê Uveyşe.
Ji ser koça dawî ya dayika Uveyş 31 sal derbas bûn.
Rêber Apo ji bo dayê Uveyş dibêje:”Dayika min tam jî tofana serhildanê bû.
Weke jina serhildêr dihat naskirin.Serî li ber tu kesî neditewand.”

Rojhilata Navîn ku dergûşa mirovahiyê ye, bi Xwedawend û dayik-jin re li hemû cîhanê nav û deng veda ye.

Jinên vê herêmê, jiyan afirandin û tecrûbeyên xwe yên bi nirx radestî cîhana mirovahiyê kirin.

Yek ji wan dayîkan ku ewladekê ku pêşeroja gelekê ronî kir, Dayê Ûveyş e.

Ew nimûneya dayêkên Kurd e ku bi awayek herî baş rastiya civaka Kurd a serdemê dîtiye.

Dayê Ûveyş… jina isyankar, serbilind û dadperwer.

Ew bi sekna xwe ya bi rûmet her tim derketiye pêş.

Dayika berxwedêr Uveyş Ocalan di sala 1922’yan de li Gundê Amara yê girêdayî Xelfetî ya Rihayê ji dayik bûye.

Di temenekî biçûk de bi kesekî ji gundê nêzî wan re tê zewicandin.

Ew dibe şahida kuştina jinek ji aliyê hevjînê xwe ve.

Serî li ber neheqiyê na tewîne û vê di dadgehê de dibêje.

Ji hevjînê wê yê destpêkê keçek ya wê çêdibe.

Dayê Uveyş piştî hevjînê wê li girtîgehê qriza dil derbas dike û dimire, vedigere malbata xwe û paşê jî bi Omer Ocalan ê ji heman gundî re dizewice.

Bi zewaca duyem re jî têkoşîn û berxwedana wê ya jiyanê dewam dike.

Ji vê zewacê çar keç û sê kurên wê çêdibin.

Uveyş Ocalan a bi kesayeta xwe ya berxwedêr tê nasîn di 4’ê Nîsana 1949’an de Rêberê Abdullah Ocalan tîne dinê.

Wê tevahî raperîn û pîrozbahiyên jin-dayîk di kesayeta xwe de dihewand.

Kesayeta Dayê Ûveyş, di jiyan Rêber Apo de jî dibe derseke jêneveger û roleke bingehîn leyîstiye.

Têkiliya di navbera wan de ji ya dayîk- kur, zêdetir, bûye têkiliya ax- welat- jin-azadî û hevaltiya bêdawî.

Piştî tedawiya salekê di 11’ê Nîsana 1993’yan de ji ber qîrîza dil koça dawî dike.

Canazeyê wê li gundê Amarayê yê ku gelekî jê hez dike tê veşartin.

Rêber Apo: Heqê dayikê dikare bi têkoşînê were dayîn

Rêber Apo dema di nirxandin û pirtûkan de behsa dayika xwe dike dibêje ku “şerê” li dijî neheqiyan ew ji dayika xwe hîn bûye û wiha tîne ziman:

“Heqê dayiktiyê tenê dikare bi têkoşînê were dayîn.

Jineke ku bi aliyên xwe yên erênî yan jî neyînî bandor li ser tevgera azadiya jinê jî çêkiriye, dayîka min e.

Li Kurdistanê rasteqîniyek din ku divê em li ser bisekinin jî rastiya dayîkê ye.

Heta dikarim bejim ku min perwerdeya herî mezin ji wê girtiye .

Yanî min ev dît: Eger tu bi dijminên xwe re mijul nebî, nikarî nan bixwî yan jî nikarî bijî.

Bawerim ev taybetmendiyek girîng a perwerdê ye.

Ji ber ku ew jî li gorî xwe beramberî kesên wekî dijmin didîtin têkoşer bû.

Rêber Apo: Dayika min tofana serhildanê bû

Rêber Apo ku dayika xwe ji xwe re weke rêber dibîne, dayika xwe weke “têkoşera mezin” pênase dike û wiha dibêje:

Divê teqez bersiveke te hebe. Her çend pir kevnare be jî mîna tolhildanekê yan jî hestekî gihaştinê bû.

Dayika min tam jî tofana serhildanê bû.

Li gund weke jina serhildêr dihat naskirin. Serî li ber tu kesî neditewand.

Bêyî ferq û cudahiyê bixe navberê bi ser jin û mêran de diçû û hesab jê dipirsî.”

Salvegera 30. ya wefata dayîka Ûveyş

Back to top button