Li 50 hezar donim zeviyên li Kantona Cizîrê Baqliyat hatiye çandin

Çandina baqliyatê li Kantona Cizîrê geş bûye.
Îsal cotkaran nêzî 50 hezar donim bi cureyên cuda yên baqliyatan çandine.

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nok, nîsk, baqil û gelek cureyên din tên çandin ku berê ji ber ku baran kêm bû, çandina wan kêm bûbû.

Îsal bi barîna baranê re, gelek cotkarên kantona Cizîrê berê xwe da çandina baqliyatan.

Baqliyat gelek sûd li axê dike, ji ber ku bi rêya rayên xwe.

Li gorî Gerînendetiya Hilberandina Şînatiyê ya kantona Cizîrê rêjeya wê zêde bûye.

27 hezar û 573 donim bi baqil, 2 hezar û 749 donim bi nok û 780 donim bi culban hatiye çandin.

Di 2 salên borî de, rûberên çandina van berheman kêm bû û di navbera 10 heta 50 donim de bû.

Back to top button