Partiyên Kurd xwe ji bo yekrêzî û çareseriyê amade dikin

Li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê Partiyên Kurd wê Konferansa yekrêzî û çareseriyê li darbixin.
Reşnivîsa helwesta siyasî ya yekpare hat amadekirin.
Di Konferansê de wê reşnivîs were nîqaşkirin û şeklê dawî bê dayîn.

Partiyên Kurd ên li Bakûr û Rojhilatê Suriyê, ji bo ku di çareseriya pirsgirêka Kurd û ya Suriyê de nêrîneke yekpare ya siyasî derxînin holê û pêk bînin, rêzecivîn û hevdîtinan dikin.

Destpêka xebatande hevdîtin

Di çarçoveya nêrînê de destpêkê di navebar partiyên Kurd de diyalog û hevdîtin hatin meşandin.

24 partiyên siyasî bi erênî nêzî xebatê bûne û hevdîtinên xwe domandin.

Dema ku ber bi dawiya sala 2023’yan de ve nîqaşên nivîsandina Hevpeymana Civakî ya Bakûr û Rojhilatê Suriyê hatin meşandin, partiyan jî lez dan xebatên xwe.

Reşnivîsa helwesta Siyasî

Wekî encamek van hewldanan di 29’ê Kanûna 2023’yan de reşnivîsa helwesta siyasî ya yekpare hat amadekirin.

Reşnivîs destpêkê ji 9 xalan pêk dihat, lê piştî gotubêjan 5 xalên din li ser hatin zêdekirin û bûn 14 xal.

ENKS’ê ji destpêkê ve red kir

Reşnivîs ji aliyê piraniya partiyên tevlî hevdîtinan bûne ve erênî hat dîtin.

Tenê 4 partiyan li ser 3 xalan gumanên xwe anîn ziman, lê bi van partiyan re jî danûstendin berdewam dikin.

Tişta balkêş ew e ku ENKS li her cihekî bi hêzên dagirker û çeteyan re rudine, lê hîn ji destpêka hevdîtinan ve red kir ku tevlî xebatên yekrêziya Kurdî bibe.

Reşnivîs bi gel û rewşenbîran re hat parvekirin

Piştî lihevkirinan li ser reşnivîsê, heman nêrînên hevpar bi gel û rewşenbîran re jî hatin parvekirin.

Bi vê mebestê ji destpêka meha Adarê 2024 ve dest bi pêkanîna civînan hat kirin.

Di civînên ku rûpsiyî, rewşenbîr û welatî tevlî bûn de reşnivîsa helwesta yekpare ya partiyên Kurd hat xwend û nirxandin li ser hatin kirin.

Rayedaran da zanîn ku civînên parvekirên bi gel, rewşenbîr û nivîskaran re bidawî bûne, lê gotubêjên wan ên li ser pêşniyarên di civînan de derketine holê û şeklê dawî yê reşnivîsê didomin.

Plansaziya Konferansê

Lî gorî zanyariyên partiyan, eger astengiyên mezin derknekevin, tê plankirin di dema pêş de konferansek bê lidarxistin.

Di vê konferansê de wê nûnerên partiyan, rewşenbîr-nivîskar û pêşengên gel amade bin.

Tê gotin ku hejmara beşdaran di navbera 150-200 kesan de be.

Di konferansê de wê reşnivîs were nîqaşkirin û şeklê dawî bê dayîn.

Eger reşnivîs bê erêkirin û lihevkirin çêbibe, wê bi daxuyaniyekê encam bi raya giştî re were parvekirin.

Li dijî planên dagirkeriyê Partiyên Kurdistanî lezgîn civiyan

Back to top button