Şêniyên Mexmûrê bi boneya cejnê serdana goristanê kirin

Şêniyên Mexmûrê jî bi minasibeta cejnê serdana gorên şehîdan kirin.
Li Şengalê jî Endamên Meclisa Jinên Ereb serdana gundan kirin.

Şêniyên Wargaha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî di roja destpêkê ya cejnê de serdana gorên şehîdan kirin.

Piştî wê jî Saziya Malbatên Şehîdan hate ziyaretkirin.

Piştî ku xelkê wargehê li Saziya Malbatên Şehîdan kombûn, li wêderê ser navê xelkê wargehê Mela Elî Sipêrî axivî.

Mela Elî Sipêrtî cejna Remezanê li Rêber Apo, gerîlayên serê çiya, şehîd û hemû alema Îslamê pîroz kir.

Endamên Meclisa Jinên Ereb serdana gundan kirin

Li Şengalê jî Endamên Meclisa Jinên Ereb serdana gundan kirin.

Jinan li wir cejna herkesî pîroz kirin.

Jinan diyar kirin ew hêvî dikin ku ev cejin bibe cejna aştî û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo.

Rêveberiya Xweser bi boneya cejnê serdana malbatên şehîdan kir

Back to top button