Cemal Şerîk: Rêber Apo her kêliyê jiyana xwe bi têkoşînê derbas dike

Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Cemal Şerîk diyar kir ku Rêber Apo piştî bi komploya navneteweyî dîl hate girtin kete nava berxwedaneke bênavber û got:
“Di nava 25 salan de kir ku şoreşa Kurdistanê bigihêje vê astê.”

Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Cemal Şerîk bi wesîleya salvegera komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ji ANF’ê re axivî û ev nirxandin kir:

” Rêber Apo 25 sal in di nava şert û mercên awarte de li îmrali yê li ber xwe dide, bi berxwedanê dîrokê dinivîsîne.

Rêber Apo di van 25 salan de her kêliyên jiyana xwe bi têkoşînê derbas dike.

Lewma vê berxwedana dîrokî careke din silav dikim.”

“Mirovahî xwedî li fikrên Rêber Apo derdikeve”

Cemal Şerîk şert û mercên giran ên 25 salên dîlgirtina Rêber Apo bi bîr xist û got:

“Li gel nebûna derfetan jî bi hêza fikrî xwe diparêze û bi vê yekê jî dibe mînak ji tevahiya mirovahiyê re.

Di asta heyî de berxwedana Rêber Apo ji sînorê Îmraliyê derbas bûye.

Yanî ji sînorên Îmraliyê derbas bûye, di nava sînorên Kurdistanê, Tirkiye, Rojhilata Navîn û cîhanê de gihîştiye asteke berxwedanê.

Ne tenê gelê Kurdistanê û kadroyên PKK’ê, di heman demê de mirovahiya cîhanê xwedî li fikrên Rêber Apo derdikeve.”

Cemal Şerîk: Bi pêkanîna fikrê rêbertî em ê tecrîdê bêwate bikin

Cemal Şerîk bi bîr xist ku di nava 25 salan de gelek rêxistinên ku Rêbertiya wan dîl hate girtin tasfiye bûn û got:

“Mînak rewşa gerîlayên Rêya Ronahiyê ya li Perûyê bi vî rengî ye.

Her wiha di bin êrîşên giran de gelek tevger li ber tasfiye û belavbûnê ketin.

Lê belê li Kurdistanê bi vî rengî nebûye.

Di her firsendê de ji bo pêşketina şoreşa Kurdistanê nirxandin kiriye.

Her gotineke wî mîna bandora domîno li her derê belav bûye.

Ev bandor dike ku şoreşa Kurdistanê li gel her tiştî jî li ser piyan bimîne.”

Cemal Şerîk Herî dawî destnîşan kir ku esas wergirtina Rêbertî bi fêhmkirina fikrên wî û bicihanîna wan fikran dibe û bang li hemû kurdan û dilsozê wî kirin bi pêkanîna fikrê Rêber Apo tecrîdê bêwate bikin.

Back to top button