Tevî hemû êrîşan, têkoşîna parastina ziman ranewestiyaye

Kurdî qedexe kirin, rewşenbîr û zimanzan girtin û sorgun kirin.Her çiqas polîtîkayên qirkirinê li ser zimanê kurdî meşandin jî, lê têkoşîna gelê Kurd a parastina zimanê xwe nehat ranewestdin. Belê, îro Cejna Zimanê Kurdî ye, bi şoreşa rojavayê Kurdistanê re jî awazên azadiyê bi zimanê kurdî xweş tê bihîstin..

Ger ziman xwebûn be, wê demê divê em wateya ziman û xwebûnê ji jinan hîn bibin.

Ji ber ên herî têkoşîna ziman û xwebûnê didin jin in.

Di nava pencên qirkirinê de yên tawîza tunekirina ziman û çandê nadin jin in.

Lewra yên ku jiyana civakî ya kevnar bi vegotinê heya niha anîne dîsa jî jin in.

Li gel hemû cureyên êrîşên qirkirinê heya dawiyê, ew di parastina ziman û çanda xwe de bi israr in.

Jinên kurd li ber sêdaran ji celadan re ziman weke hebûna xwe pênase kirine.

Şîrîn Elemhulî ya ku di dadgehê de digot:

“Ger ez ziman û nasnameya xwe înkar bikim, wê demê ez hebûna xwe înkar dikim.”

Rewşan Bedirxanê di kovar û rojnameyan de jî gelek nivîs nivîsiye.

Taybetî gotina wê ya “Yekîtiya kurda bide min ez ê kurdistaneke azad bidim te”

Him di milê yekîtiyê de him jî di warê kombûna derdora ziman xwedî girîngiyeke mezin e.

Meyrem Xan jî nayê ji bîr kirin ku di ziman û çanda kurdî de kedeke mezin daye.

Mîratê van jinan û bi hezaran zimanhezan 15’ê Gulana 1932’an bi encam bû.

Mîr Celdaet Bedirxan bi tîpên latînî yên Zimanê Kurdî kovara Hawarê derxist.

Bi şoreşa Rrojava re, awazên azadyê bi zimanê Kurdî xweş tên bihîstin..

Kongreya Netewî ya Kurdistanê KNK’ê 2006’an ev roj weke Cejina Zimanê kurdî pejirand.

Qêrîna Hawarê li tevahî rojavayê Kurdistanê dengveda..

Saziya zimanê Kurdî 2007’an yekem kongra xwe li Kobanê li dar xist..

Ji wê çaxê û heta 2011’an, ziman bi renegekî veşartî dihat xwendin.

Bi şoreşa 19’ê Tîrmehê re dengê zelal ê ku bi sedê salan hatibû qedexekirin hat bilindkirin.

Bi bilindkirina vî dengî re awazeke azadiyê û nûkirina çandê hat guhdarîkirin.

qeyd û kelepçeyên ku li ser çand û zimanê kurdî hatibûn asêkirin bi pêşengtiya mamosteyên jin hatin şikandin.

Li ser dirêjahiya salên şoreşa rojavayê Kurdistanê, şoreşa ziman jî pêk hat.

Îroroj xwendekarên kurd ji dibistanên sereteyî bigire heta peymangeh û zanîngehan perwerdeyê bi zimanê xwe dibînin.

https://youtu.be/Ph-S6bM0CRs

Back to top button