Di êrîşên balfirên Rûsyayê de 13 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin

Li çolistana Sûrî, di êrîşên balafirên şer yên Rûsyayê de 13 çeteyên DAIŞ’ê û li parêzgeha Derayê jî 3 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin.

Di 48 seatên dawîn de Balafirên Rûsyayê derdora 180 êriş li dijî şikeft û deverên belavbûna çeteyên DAIŞ’ê yên li çolistana Sûriyê yên di navbera DêraZor, Humis û Hemayê de pêk anîn.

Li gorî Çavdêriya Sûrî ya Mafên mirovan, di encamê de 13 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin.

Çavdêriyê diyar kir ku duh li başûrê bejahiya Dêra Zorê di teqîna mayîneke çeteyên DAIŞ’ê de 2 leşkerên hêzên hikumetê hatin kuştin û 4 birîndar bûn.

Li Derayê 3 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin

Li parêzgeha Derayê, çekdarên ne-nas li bajaroka Eyn Zeker a li rojavayê Derayê êrîş birin ser erebeyeke hêzên hikumeta Şamê.

Çavdêriyê ragihand ku di êrîşê de 3 leşker hatin kuştin 2 jî birîndar bûn.

Back to top button