Ji rojnamevan Silêman Ehmed 170 rojin agahî nayê girtin

170 rojin rojnamevan Silêman Ehmed ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin agahî nayê girtin.Her ku diçe guman û fikarên li ser rewşa Silêman Ehmed zêde dibin.

Edîtorê beşa Erebî ya Ajansa Rojnews’ê Silêman Ehmed 170 rojin agahî jê nayê girtin.

PDK’ê nahêle ne parêzer ne jî malbat hevdîtîn li gel bike..

PDK’e bi awayekî eşkere gefa cezakirinê li rojnamevan Silêman Ehmed kirin û îtiraf kirin ku wî revandine.

Tevî bangawaziyên rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeran û rêxistinên civaka sivîl jî rêveberiya PDK’ê heta niha têkildarî Silêman Ehmed tu daxuyanî nedane.

Rayedarên Rojnews’ê ku dixwazin têkildarî edîtorê wan Silêman Ehmed tavilê agahî bi raya giştî re bên parvekirin, serî li Neteweyên Yekbûyî NY dabûn.

169 rojin ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin

Back to top button