Blinken: Koreya Bakur û Rûsya hevkariya leşkerî xurt kirine

Di nava mehên dawiyê de, hevkariya Moskow û Pyongyanê li gel Waşîngtonê nerehetî çêkiriye.
Wezîrê Karê Derve yê Amerîka Antony Blinken got: Ji bo Rûsya êrişên xwe yên li ser Ukrayna bidomîne, hevkariya xwe ya li gel Koreya Bakur xurt kiriye.

Antony Blinken piştî Civîna Wezîrên Karên Derve yên G7 ku li Japonyayê pêk hat çû Koreya Başûr.

Blinken di çarçoveya pewendiyen xwe da li paytext Seûle bi hempîşeyê xwe yê Koreya Başûr Park Jin re civiya.

Blinken di civîna çapemeniyê ya ku piştî hevdîtinê hat lidarxistin de axivî û got;

Koreya Bakur û Rûsya bi hev re piştgiriya leşkerî didin hev.

Em dibînin ku Koreya Bakur ji bo Rûsya êrîşên xwe yên li Ukraynayê bidomîne amûrên leşkerî dide wê ..

Her wiha Koreya Bakur jî ji bo bernameyên xwe yên teknolojiyê daxwazên Rûsay pêk tîne.

Wezîrê Amerîkî diyar kir ku ji bo pêşîgirtina vê yekê bi Park re gotûbêj kiriye.

Blinken bang li Pekînê kir ku berpirsiyariya Koreya Bakur bigire ser xwe û ji bo tevgerek xeternake çênebe rol bileyîze.

Her wiha Wezîrê Karê Derve yê DYA bi Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Koreya Başûr Cho Tae-yong re jî hevdîtin kir.

Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê da hat destnîşankirin ku Blinken û Cho li ser çalakiyên provokatîf ên Koreya Bakur ên li Nîvgirava Koreyê axivîne.

Back to top button