QSD: Projeya MSD rêya yekane ya bidawîkirina aloziya Sûriyê ye

Ji bo kongreya 4. a MSD’ê gelek peyam hatin dayîn.
Di peyaman de, projeya MSD’ê wekî rêya yekane ya bidawîkirina şer û aloziya li Sûriyeyê hat destnîşan kirin.
Her weha hat gotin; Ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê û bidawîkirina êş û zehmetiyên sûriyan diyaloga nîştimanî pêwîst e.

Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê Mezlûm Ebdî bi rêya bernameya Zoomê beşdarî kongreya 4’an a MSD’ê bû.

Ebdî projeya MSD’ê wek alternatîfa rasteqîn û rêya yekane ya bidawîkirina aloziya siyasî, şer û terora li Sûriyê nirxand û wiha got:

“Di demekê de ku rejîma Sûriyê û muxalefeta xwe dispêre derve, di dîtina çareseriyê ji bo aloziya Sûriyê de bi bin ketin, wek QSD’ê me avakirina MSD’ê pêwîstiyeke dîrokî dît. Di encama binkeftina siyasetên li Sûriyê de, Sûriye bûye qada “komên terorîst û radîkal”, Vê yekê rewşeke bêhêvî li cem tevahî Sûriyeyan çêkir.”

Ebdî îşaret pê kir ku hikumeta Şamê hîna pişta xwe dide çareseriya siyasî û ev tişt got:

“Me ev yek di bûyerên vê dawiyê yên li herêma Dêrazorê de dît. Îtîtaf jî girêdayî ajandeyên derve û tu bernameyên wê yên tune ne. Her wiha li gel hêzên navneteweyî bernameyeke xurt tune ye ku çareseriyê bi rê ve bibe.”

Fermandarê giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî axaftina xwe wiha bi dawî bikir.

QSD wê piştgiriyê bide tevahî biryarên kongreya MSD’ê.

Em bang li MSD’ê dikin ku muxalefeta nîştimanî ya li Sûriyeyê bi rêxistin bike.

Rêveberiya Xweser: Ji bo bidawîkirina aloziyê MSD çareseriya herî guncaw e

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hisên Osman jî di kongreya MSD’ê de axivî.

Osman destnîşan kir ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo bidawîkirina aloziyê çareseriya herî guncaw in û wiha dawî li axaftina xwe anî:

Tecrubeya Rêveberiya Xweser, modeleke nîştimanî ya diyar e ku nasnameya nîştimanî ya Sûriyê û yekitiya wê xurttir dike. Ev proje li hember tevahî hewldanên qirkirinên siyasî û civakî, derxistina tevliheviyê li ber xwe da.

Meclisa Jinan: Divê jin nûnertiya welatê xwe bikin

Meclisa Jinan a Sûriyê jî destnîşan kir ku divê jin xwedî derfetên wekhev bin da ku di aştiyê û sazkirina destûrê de nûnertiya welatê xwe bikin.

Endama Rêveberiya Meclisa Jinan a Sûriyê Suhêl Senûh destnîşan kir ku beyî avakirina pergaleke nenavendî ya siyasî, aborî û çandî bi rêya diyaloga sûriyeyî-sûriyeyî, çareserî ne-pêkan e.

Back to top button