Li Şengal û Nînowayê Rêveberiya Xweser biserket, PDK binket!

Li Iraqê duh encamên giştî yên hilbijartinê ji raya giştî re hat parvekirin.
Di hilbijartina li parêzgeha Nînowayê de namzetê Rêveberiya Xweser a Şengalê Qasim Keşko bi ser ket.
Li Kerkukê jî YNK’ê karî 5 kursiyan bigre.

Li Iraqê 18’ê Kanunê piştî 10 salan hilbijartina encûmenên parêzgehan pêk hat.

Rêjeya tevlîbûna welatiyan ji sedî 41 bû.

16 milyon kes mafên wan ên dengdanê hebû, ji vê hejmarê 6 milyon 599 hezar 668 kesan deng dan.

Komîsyona Bilind a Hilbijartinê ya Iraqê, duh encamên giştî yên hilbijartinê ji raya giştî re ragihand.

Li parêzgehên Iraqê, partiya Nûrî Malikî û Hadî Amirî di rêzên yek û duyem de bûn.

Li Bexda jî Mûhemed Helbûsî di rêza pêş de bû.

Siyaseta tifaq û yekîtîyê jî hem li Şengalê hem li deşta Nînowayê biserket.

PDK’ê bi hevkariya dewleta Tirk a dagirker bi salane hewl dide deşta Nînowayê ji dagirkeriya dewleta Tirk re veke.

Lê di hilbijartinan de li parêzgeha Nînowayê namzetê Rêveberiya Xweser a Şengalê Qasim Keşko bi ser ket.

Serketina Qasim keşko li Şengalê ji bo PDK’ê bû binketineke mezin.

Encamên fermî bi sedî sed nehatibin ragihandin jî, wêneyê giştî yê hilbijartinê derketiye holê.

YNK’ê li Kerkukê 5 kursî girt

Li Kerkûkê jî bi awayek fermî YNK’ê 5 kursiyên encûmenan bi dest xistiye.

Lê bi kursiyê kotayê yê Kildaniyan re, YNK niha xwedî 6 kursiye.

Niha jî çav li rê ye ku wezîfeya walitiya Kerkûkê êşkere bibe.

Li Kerkukê ji ber nebûna yek 44 hezar denê Kurdan şewitî

Li Kerkûkê ji ber Kurd bi çend lîstên cûda tevlî hilbijartinê bûn, 44 hezar dengên Kurdan li bajêr şewitîn.

Bi vê re danîna parêzgarek Kurd jî ket metirsiyê.

Di Hilbijartina Encûmenên Parêzgehên Iraqê de 118 gilî hatin kirin

Berdevkê Komisyona Hilbijartinên Iraqê Cumane Xelaî diyarkir ku heta niha 118 gilî ji bo dengdana giştî û taybet ya ji bo hilbijartinê hatine qeydkirin.

Cumane Xelaî da zanin bi giştî 55 gilî di dengdana taybet de, 63 gilî jî di dengdana giştî de hatine kirin.

Komisyona Hilbijartinên Iraqê bang li çavdêr, şêwirmendên hevpeyman, hizb û medyayê kir da ku sibe serdana navendên hilbijartinê bikin û çavdêriya hejmartina dengan bikin.

Back to top button