Rêveberiya Xweser cejin Êzî li civaka Êzidî pîroz kir

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî cejna Êzî li civaka Êzidî pîroz kirin û bang li civaka navneteweyî kirin ku Êzidiyan ji komkujiyan biparêze.

Êzidî li Kurdistanê û derveyî welêt, her sal vê demê, cejna Êzî pîroz dikin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî bi daxuyaniyekê cejna Êzî li civaka Êzidî pîroz kir û got,

“Pîrozkirina vê cejnê, aliyekî olî, dîrokî, civakî û çandî yê girîng vedijîne:

Bi vejandina vê mîrasa kevnar, nasnameya Êzidî ya ku rastî tevahiya cureyên qirkirinê hatiye û hîna tê, diparêze.”

Back to top button