Kazimî wê li gel Erdogan û rayedarên Tirkiyê bicive

Serokwezîrê Iraqê Mistafa Kazimî çû Tirkiyê.

Tê gotin, wê li gel Erdogan peymana li dijî Şengalê û mijara PKK’ê guftûgo bike.

Kazimî bi Erdogan re civînek girtî li çapemeniyê pêk anî.

Doh Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuad Hisên ji bo amadekariyên serdana Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî li Enqerê bû.

Fuad Hisên ku li Tirkiyê ye diyarkir wî li gel Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê Mewlud Çawuşoglu têkildarî lihevkirina PDK’ê û Bexda ya li ser Şengalê axiviye.

Di heman demê de Balyozê Iraqê yê li Enqerê ji çapemeniyê re ragihand ku wê di serdana Kazimî de mijarên dîplomasî, bazirganî, PKK’ê û çend mijarên din werin guftûgokirin.

Back to top button