Heyva Sor a Lîbya li peravên El Mutra cenazeyê 4 zarokan dît

Li rojavayê bajarê Tarablûs yê Lîbyayê bi 60 km keştiyek ku 30 koçber dinav de bûn noqî avê bû.

Tîmên Heyva Sor a welat cenazeyê 4 zarokan li peravên avê dîtin.

Tîmê, cenaze ji peravên bajarokê El Mutrad rakirin û birin nexweşxaneyên li herêmê.

Xebatkarekî Heyva Sor a Lîbyayê diyar kir ku di keştiyê de 30 kes hebûn.

Li ser agahiyên ji wan re hatî, berê xwe dan peravên deryayê.

Hat zanîn ku temenê zarokên ku mirine di navbera 5 û 10 salî de ye.

Ji bo koçberên din xebatên lêgerînê li peravê deryayê didomin.

Tenê di nava meha dawiyê de di encama noqîbûna keştiyan de 74 koçberan miribûn.

Li gorî texmînên Rêxistina Koçberan a Navnetewî (IOM) di nava salê de 575 koçberan li deryê de mirine.

Her wiha tenê di navbera miha Çile û Tebaxê de bi qasî 36 hezar koçber di ser Derya Spî re derbasî Ewropa bûne.

Back to top button