Bi dirûşma “Yekitiya Sûriyan bingeha çareseriya siyasî û mîsogeriya Sûriyeke demokratîk a pirreng a nenavendî ye”, Kongreya 4′emîn a MSD′ê li bajarê Reqayê dest pê kir.
Li tenişta guhertinên di sazmûmaneya MSD’ê de li gorî agahiyandi vê kongreyê de, dê hevserok jî werin guhertin.
Piştî 5 salan Meclisa Sûriya Demokratîk MSD îro 20’ê Kanûnê kongreya xwe ya 4. lidar dixe.
Meclisê ji ber şert û mercên li herêmê û taybet êrişên dewleta Tirk a qirker, şerê li dijî DAIŞ û civînên çaralî yên li ser herêmê hat paşxistin.
Di kongreya ku wê li bajarê Reqayê were lidarxistin de, tê payîn hevserok werin guhertin û di mekanîzmeya meclisê de jî guhertin pêk bên.
Di kongreyê de pirsgirêkên navnetewî, herêmî û navxweyî wê werin nirxandin.
Her wiha êrişên domdar yên dewleta Tirk a qirker li ser herêmê, nebûna asoyekî ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê, ji ber hewldanên gelek aliyan ji bo dirêjkirina aloziya Sûriyê wê xalên sereke yên nîqaşa kongreyê be.
Bi dijwarbûna şerê navbera Hemas û Îsraîlê û dewamiya krîza Ukrayna re eleqeya navnetewî ya ji bo Sûriyê kêm bûye.
Ev kongre piştî damezirandina xwe ya 9 Kanûna 2015’an, balekî zêde kişandiye ser xwe.
MSD di nava rewşek wiha de, kongreya xwe pêk tîne.
Beriya niha MSD ya ku nûnerên hemû herêmên Sûriyeyê di nav de cih digirin, li hundir û derveyê welat, bi kesayet û aliyên siyasî yên demokratîk re danûstandin û civîn pêk anî.
MSD’ bi armanca dîtina çareseriyekê ku krîza Sûriyê bi dawî bike, bi aliyên navdewletî re, ji wan Swêd, Fransa, Amerîka û Brîtanya re, pêwendî danî.
Di salên borî de, MSD’ê bi Partiya Îradeya Gel û Desteya Hevrêziya Niştimanî ya Hêzên Guhertina Demokratîk re peymanên lihevkirinê îmze kirin.
Biryar bû ev civîn û diyalog bi lidarxistina kongrea hêz û kesayetên demokrat bi encam bibe, lê ji ber gelek şert û mercan rê li ber wê yekê hat girtin.
Ji bo çareseriya krîzê danûstandin hîna dewam in.
Ji aliyeke din ve, hewlên ji bo gihandina çareseriyan bi hikûmeta Şamê re hîn jî rastî astengiyan tên.
Ji ber ku hikumeta Şamê di sîstema beriya 2011’an de israr dike.
Herêmên dagirkirî Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê yek ji xebatên sereke yên MSD’ê ne.
Gelek nîqaş li ser tên kirin ji ber ku bêyî rizgarkirina van bajaran ji dagirkeriya Tirk, çareserî ji aloziya Sûriyê re nayê dîtin.
Emîne Omer: Di kongreya 4′an de dê guhertin di sazûmaniya MSD’ê de pêk werin



