Bi wesîleya cejnê şandeyên Partiyên Siyasî serdana DEM Partiyê kirin

Bi wesîleya cejnê şandeyên Partiyên Siyasî yên li Tirkiyê serdana DEM Partiyê kirin.
Di serdanan de ji bo demokratîkbûnê peyam hatin dayin.
Li aliyê din,Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari li Edeneyê, Tuncer Bakirhan jî li Sêrtê bi partiyiyan û gel re hate gel hev û cejn pîroz kirin.
Tulay Hatîmogûllari anî ziman ew hêvîdarin ku di vê cejnê de ji bo pirsgirêka kurd deriyên guftûgoyê bên vekirin û tecrîda li Îmraliyê bê rakirin.

Li bakurê Kurdistanê û Tirkiyê di çarçoveya serdanên cejnê de partiyên siyasî hatin bahev.

Şandeyên Partiya Gelecek û CHP’ê serdana Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan DEM Partiyê kirin.

Piştî nîvro jî şandeyên Partiya Saadetê û Partiya DEVA berê xwe dan navenda giştî ya DEM Partiyê ya li Enqereyê.

Şande ji aliyê Alîkarê Hevserokên Giştî Ozturk Turkdogan, Parlamentera Amedê Ceylan Akça, endamê Meclîsa Partiyê Îhsan Seylan ve hatin pêşwazîkirin.

Di serdanan de ji bo demokratîkbûnê peyam hatin dayin

Di serdanan de hat diyar kirin li Tirkiyê pirsgirêkeke demokrasiyê ya cidî heye û hat gotin:

“Nebûna demokrasiyê zerarê dide her kesî.”

Her wiha siyasetmedaran îşaret bi encamên hilbijartina 31’ê Adarê jî kirin û gotin:

“Em hêvîdar in ku ev pêvajoya nû wê tevkariyê li aştiya navxweyî ya li Tirkiyê bike.

Tulay hatîmogûllari li edeneyê bi partiyiyan û gel re hate gel hev

Li aliyê din, Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari li Edeneyê, Tuncer Bakirhan jî li Sêrtê bi partiyiyan û gel re hate gel hev û cejn pîroz kirin.

Di hevdîtinê de Tulay Hatîmogûllari, bal kişand ser neçareserkirina pirsgirêka kurd û got ku ew hewl didin vê pirsgirêkê bi rêyên aştiyane û demokratîk çareser bikin.

Tulay Hatîmogûllari, destnîşan kir ku gel şer naxwazin û wiha got:

“Gelên me aştî û aramiyê dixwazin. Gelên Tirkiyê dixwazin pêvajoyeke wiha bê destpêkirin.

“Lewma divê di vê cejnê de deriyên dîyalogê bên vekirin û tecrîda li Îmraliyê bê bidawîkirin.

Tuncer bakirhan li sertê serdana Şarederiyê û gel kir û Cejn Pîroz kir

Tuncer Bakirhan jî ku ewil serdana Şaredariya Sêrtê kir, cejna her kesî pîroz kir û ji ber serkeftina di hilbijartinê de, spasiya gel kir.

Bakirhan bi bîr xist yên dijminatî li kurdan dikirin winda kirin û got:

“Weke kesên aştîxwaz, edalethez û azadîxwaz hûn bi ser ketin.”

Piştre jî Tuncer Bakirhan û şandeya pê re çûn serdana dikandaran kir û gel eleqeyeke zêde nîşan da.

Back to top button