Li Çadê 3,4 Milyon kes bi birçîbûnê re rû bi rû ne

Şerê navxweyî ya Sudanê bandorê welatên cîran jî dike.
Yek ji wan welatan Çadê ye ku ji ber şerê nava welêt û welatên cîran karesata mirovî rû dide.
Rêxistinên sivîl ragihandin ku ji ber sedemên şer û penaberiyê 3,4 mîlyon kes bi birçîbûnê re rûbirû ne.

Ji ber herikîna girseyî ya penaberên ku ji şerê Sûdanê direvin û ‘kêmbûna fînansê’, zêdetirî 3,4 mîlyon mirovên li Çadê hewcedarê bersivek mirovahî ya lezgîn in.

Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê rêxistina sivîl a Action Against Hunger (EKŞIN EGEYINS HANGIR) ve hat dayîn, “3,4 mîlyon mirovên li Çadê niha di rewşeke krîtîk de ne ewlekariya xwarinê ne.

Li rojhilatê Çadê di nav beşên herî xeternak ên welat de ne, ku gihîştina wan kêm ji karûbarên bingehîn re heye, û hatina penaberan bi girîngî hewcedariyên xwe zêde dike.

Çad, yek ji welatên herî xizan ê cîhanê ye, ji ber pevçûnên li nav welêt û li welatên cîran nêzî 1,4 mîlyon welatî û penaberan dihewîne.

Çadê nêzî 1,4 milyon penaberan dihewîne

Li gorî Neteweyên Yekbûyî beriya ku şerê navxweyî yê li Sûdanê di nîvê Nîsana 2023’yan de dest pê bike, Çad ji 400 hezarî zêdetir penaberên ku di navbera salên 2003 û 2020’an de ji ber şerê Darfûrê reviyan, mabû.

Hejmara penaberên Sûdanê niha digihêje 900 hezarî ku ji sedî 88’ê wan jin û zarok in.

Çalakiya Li Dijî Birçîbûnê hişyarî da û got:

“Hejmara bûyerên kêmxwariniya giran a ku di navbera Cotmeha 2023 û Îlona 2024’an de tê payîn wê ji sedî 15 zêde bibe û bigihêje 480 hezar zarokan.”

Di Mijdara 2023’yan de, Bijîjkên Bê Sînor xemginiyê xwe nîşan da ku rêjeya kêmxwariniya giran di nav zarokên penaberên Sûdanî de gihîştiye ji sedî 4,8 li hin kampên penaberan, ‘bara awarte ya ku ji hêla Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ve hatî destnîşan kirin du qat dike.

Rêxistinên sivîl ditirsin ku rewşa mirovî ‘bi hatina demsala baranê xirabtir bibe, ev yek dê hewcedariyên zêde bike û her wiha gihandina gelên xizan li herêmê dijwartir bike.

Back to top button