Li herêma ‘Bêçek’ jî hêzên hikuemta Şamê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker navendên hev dan ber topan.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku çeteyên Fetih El-Mubîn bi çekên giran cihên hêzên hikumeta Şamê li bakurê Lazqiyê topbaran kirin.
Di encamê de, 3 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin.
Li Şamê di êrişek çekdarî 2 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin
Li rex vê, siyaseta armanckirina kesan û kuştina wan li herêmên hikumeta Şamê zêde dibe.
Çekdarên nenas li bajarê Duma yê Şamê erebeyek hêzên hikumeta Şamê gulebaran kirin.
Çavdêriya Sûrî eşkere kir ku di encamê de, efserek û leşkerek hikumeta Şamê hat kuştin.