Di doza Kobanê de wê sibê rewşa girtinê ya girtiyan bê nirxandin

Di ‘Doza Kobanê‘ de wê sibê rewşa girtinê ya girtiyan bê nirxandin.
Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê diyar kir ku dadgehê ji wan re ragihandiye ji bo biryarê pêdivî bi demê heye û sibê biryar nayê dayîn.
Hat diyar kirin ew ê weke ku biryar were dayîn li wir bin û hate gotin: “Bendewariya me ew e sibê hevalên me bên berdan û Tirkiye vegere ser rêya serdestiya hiqûqê.”

Di ‘Doza Kobanê’ de wê sibê li girtîgeha Sîncayê ya Enqereyê rûniştina biryarê lidarbikeve û rewşa girtinê ya girtiyan bê nirxandin.

Hevserokên giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê yên berê jî di nav de 17 jê girtî bi giştî 108 kes ji ber şermezarkirina êrişên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê tên darizandin.

Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partîiyê derbarê rûniştina biryarê de daxuyanî da

Dîmenê daxuyaniyê li ser koma agahiyane

Têkildarî rûniştina biryarê ya Dozê, Komîsyona Hiqûqê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) daxuyaniyek da çapemeniyê.

DEM Partî: Desthilat li ser doza Kobanê “dîzayneke siyasî” armanc dike

Despêkê Hevberdevka Komîsyonê Sevda Çelîk Ozbîngol axivî û diyarkir ku desthilat li ser Doza Kobanê “dizayneke siyasî” armanc dike.

Sevda Çelîk Ozbîngol, ji bo rûniştina biryarê banga tevlibûnê kir û got:

“Di darizandina ku li kampusa Sîncanê tê kirin de heta niha gele bêhiqûqî û mexdûriyet çêbûne.

DEM Partî: Em ê sibe weke ku wê biryar were dayîn li wir bin

Piştre Hevberdevk Ozturk Turkdogan dazanîn dadgehê ji wan re ragihandiye ji bo biryarê pêdivî bi demê heye û sibê biryar nayê dayîn.

Ozturk Turkdogan anî ziman ji ber vê yekê di rûniştina sibê de wê rewşa girtinê ya girtiyan were nirxandin û wiha got:

Em ê sibê weke ku biryar wê were dayîn bi saziyên dost, pêkhateyên xwe û rayagiştî ya demokratîk re li ber eywana rûniştininê bin.

Hevberdevkê Komîsyona Hiqûqê ya DEM partî Ozturk Turkdogan dawiyê diyar kir bendeweriya wan ew e ku sibê hevalên wan bên berdan û Tirkiye vegere ser rêya serdestiya hiqûqê.

Back to top button