Polîtîkayên Talîban zarokan ber bi çarenûseke xeter ve dibin

Li Afxanîstanê, piştî ku Talîban di 2021’ê de desthilatdarî girt, mafê zarokan yekcar hat binpêkirin.
Raporên NY’ê nîşan didin ku zewacên temenê biçûk de, xebata temên zarokatiyê de, sûcên îstîsmara zayendî zêde bûne û di hawira bêewle de binpêkirin zêde bûne.
Di vê çarçoveyê de mudaxaleyeke bi bandor ya civaka navneteweyî dikare rewşê baş bike.

Dema mirov bi kurtasî li dîroka Afxanîstanê dinêrin; erdnîgariya wê, dewlemendiya çandî û bûyerên dîrokî, welat her tim di sahneya cîhanê de kiriye aktorekî girîng.

Lê ji dagirkirina Sovyetan heta mudaxaleya DYA’yê, ji şerên navxweyî heta dîroka desthilatdariya du deman a Talîban, dîrok bi binpêkirina mafan a zarokan û mafê mirovan a giştî tije ye.

Di raporên Neteweyên Yekbûyî (NY), de cidiyeta rewşê bi eşkere derdikeve pêş.

Taybet bi vegera Talîban a di 2021’ê de, mafê zarokên keç yên perwerdê hat sînorkirin, di temenê zarokatiyê de zewicandin û pirsgirêkên di temenê biçûk de girantir bûn.

Raporên NY’ê, diyar dikin ku ev pirsgirêk berê jî hebûne lê di bin vê rêveberiya heyî de girantir bûne.

Civaka navneteweyî li dijî vê rewşê bêdeng dimîne û tenê bi belavkirina raporan sînordar dimîne.

Wek NY jî diyar dike, xwegîhandina mafên perwerde, tenduristî û ewlehiyê ji bo pêşeroja welat gelek krîtîke.

Li Afganîstanê di vê dema ku zextên li ser ciwan û zarokan zêde bûye de, divê stratejiyên bi bandor yên herêmî û navneteweyî pêş bikevin.

Rewşa heyî ya li Afganîstanê, ne tenê ya vî welatî ya hemû cîhanê ye.

Di vê çarçoveyê de mudaxaleyeke bi bandor ya civaka navneteweyî dikare rewşê baş bike.

Back to top button