Beriya runiştina biryarê DEM Partiyê bang li raya giştî û daraza Tirkiyê kir

Îro ‘Doza Kobanê’ hat dîtin.
Beriya daneşînê, Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê bang li raya giştî û daraza Tirkiyê kirin û gotin: Şandeya dadgehê dikare biryareke dîrokî bide û vê ferasetê hilweşîne.
Û ev ji bo avakirina jiyana hevpar a bi hev re ya li Tirkiyê firsendeke.

Dîmenê daxuyaniyê li ser koma agahiya ye

Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan, beriya Doza Kobanê ya li Girtîgeha Sîncanê ya li Enqereyê kom bûn.

Şandeyek CHP’ê ku serokwekîlê koma partiyê û gelek parlamenter jî di nav de ci digirtin, ji bo dozê bişopîne li ber girtîgehê bûn.

Hevserokên Giştî yên DEM Partî li wir daxuyanî dan çapemeniyê.

Tûncer Bakirhan ê destpêkê axivî, diyar kir ku yek ji hewldanên dîroka siyasî ya Tirkiyê ye ku bi dozên dişibin Doza Kobanê re siyasetê dîzayn bike.

DEM Partiyê: Doza Kobanê dikare veguhere firsendeke dîrokî

Tûncer Bakirhan got:

“Doza Komployê ya Kobanê yek ji mînakên herî mezin û herî dawî yên vê yekê ye.

Li vir sûc nîne û dozeke pûç û vala ye.”

Bakirhan, anî ziman ji ber ku siyasetmedaran li dijî hovitiya DAIŞ’ê banga hestiyariyê kirin bi salan e tên darizandin û ev tişt gotin:

” Îro hem desthilat hem jî şandeya dadgehê bi berpirsyariyeke cidî re rû bi rû ne.

Şandeya dadgehê dikare biryareke dîrokî bide û vê ferasetê hilweşîne.

Em bang li şandeya dadgehê dikin ku divê berpirsyartiya xwe bi awayekî rast bi cih bîne.”

Piştre Tulay Hatîmogûllari xitabî raya giştî kir û bi bîr xist ku doza Kobanê dozeke komployê ye.

“Şûna DAIŞ û hevkarên wan lêkolîn bikin, nûnerên demokratîk didarizînin”

Tulay Hatîmogûllari bal kişande li ser rol û hevkariya dewleta Tirkiyê ya bi DAIŞ’ê re û ev tişt anî ziman:

“Binêrin hêj jî xetereya DAIŞ’ê derbas nebûye.

Di komkujiya li Rûsyayê de zêdetirî sedan mirovan jiyana xwe ji dest dan.

Dîsa dema em li çapemeniya Tirkiyê dinêrin, em nûçeyên rêze komkujiyên ku DAIŞ’ê û rêxistinên weke wê li Tirkiyê amadekirine dibînin.

Şûna ku van komkujiyan lêkolîn bikin û kesên li pişt van eşkere bikin, radibin nûnerên siyaseta demokratîk ên Tirkiyê di darizînin.”

Tulay Hatîmogûllari dawiyê destnîşan kir îro daraz dikare ji vê xeletiyê vegere û got:

Ev ji bo avakirina jiyana hevpar a bi hev re ya li Tirkiyê firsendeke.

Di doza Kobanê de wê sibê rewşa girtinê ya girtiyan bê nirxandin

Back to top button