Kongra Star: KJK’ê encama ked û hewildana Rêber Apo

Meclisa Kongra Star, bi wesîleya 19’emîn salvegera avabûna Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) daxuyaniyek weşand û got: “KJK’ê encama ked û hewildana Rêber Apo ya zêdetirî çil salan e vîn û nasnameya jina azad û pêşenga konfederaliya demokratîk e.”

Meclisa Kongra Star, bi wesîleya 19’emîn salvegera Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) daxuyaniyek da.

Daxuyanî bi pîrozkirina salvegera 19’emîn a KJK ê destpêkir û wiha hate gotin:

“Em Wekî Kongra Star Salvegera KJK’ê li Rêber Apo, jinên li her çar aliyê cîhanê di bin dirûşima ‘Jin Jiyan Azadî’ de li ber xwe didin, û tevahî jinan pîroz dikin.

Meclisê diyar kir ku KJK’ê nêrîna, vîn û nasnameya jina azad e û bi saya wê îro jinên Kurd ji jinên cihanê re pêşengtiyê dikin û wiha dewam kir:

”Bi rihê Bêrîvan, Zîlan, Arîn, Sara û Yusrayan re ji jinên cîhanê re pêşengtiyê dikin.

Di pêşengtiya felsefeya jina azad de, ya bi KJK’ê re pergalîbûyî jin dibin kirdeya jiyanê.

Berhema bi hezaran jinên ref bi ref berê xwe didan çiyan û ji bo azadiya xwe şer kirin, îro li deşt û bajaran gul vedide.

Ger em îro dikarin di nava vê pergalê de, bi awayekî ji xwe bawer pêşengtiyê bikin, encama vê ked û danaheva zêdetirî çil salî ye.

Jinên Kurd palpişta dîrokî û felsefî ya tekoşîna azadiyê li ser vê perspektîfê ava kirin.”

Kongra Star: Sedsala 21’mîn wê bibe sedsala jinê

Meclisê di daxuyaniya xwe de got dê jin bi pergala KJK’ê re di Rojhilata Navîn de guhertin û veguhertinê bidin çêkirin û wiha dewam kir:

”Em ê xwe bi erdnîgariyê ve sînordar nehêlin, heta ku ji me were em ê li ser vê xeta ku bûyî danaheva dîrokî û nasnameya jina azad, bi awayekî serbilind lê xwedî derkevin.

Em ê bi vê pergala gerdûnî re kar û xebatên xwe jî gerdûnî bikin.

Heta ku em hemû jinan rêxistin bikin têbikoşin.”

Meclisa Kongra star destnîşan kir ku ji bo ku sedsala 21 ê bikin sedsala jinê divê hîn pirtir li derdora mîmarê azadîya jin Rêber Apo kom bibin.

PAJK û KJK: Li dijî şerê cîhanê yê 3’yan divê têkoşîna xweparastinê hevpar bibe

Back to top button