HPG’ê nasnameya 2 şehîdan eşkere kir

HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên ku di demên cuda de li Zapê şehîd bûne eşkere kir û sersaxî ji malbatên şehîdan û gelê Kurdistanê re xwest.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên şehîd eşkere kir.

HGP’ê ragihand ku hevrêya wan Dilxwaz Germiyan û Argeş Kobanê di encama êrişên dagirkeriya Tirk yên li dijî li Zapê de şehîd bûne.

HPG: Hevrê dilxwaz Germiyan û Argeş Kobanê bûn xwediyê têkoşîneke bê navber

Derbarê kesayet û jiyana cangoriyan de HPG’ê got:

“Ewladê bi wêrek ê Başûrê Kurdistanê û milîtanê fedayî yê Apoyî Dilxwaz Germiyan, her tim bû xwediyê armancên mezin.

Bi helwesta milîtanî ya li hemberî dijmin, bi sekna xwe ya gihayî û dilnizm a di jiyanê de ji hemû hevrêyên xwe re bû mînak.

Hevrêyê me Dilxwaz bi layiqî cihê xwe yê bi rûmet ê di têkoşîna azadiyê ya gelê me de girt.

Hevrêyê me Argeş jî ku ji bajarê berxwedanê Kobanê xwe gihand çiyayên Kurdistanê, ji kêliya tevlî nava refên gerîla bûyî ve bû xwediyê têkoşîneke bê navber.

Hevrêyê me Argeş ji kêliya tevlî nava refên gerîla bûyî heta şehadeta xwe, ji bo ku taybetmendiyên milîtaniya Apoyî di kesayeta xwe zindî bike bû xwediyê ked û hewldaneke mezin.”

HPG’ê soz da ew ê têkoşîna hevreyên xwe heta serkeftinê bidomînin û ew ê ruhên pîroz ên şehîdan şad bikin.

Di serî de malbatên şehîdan, HPG’ê sersaxî ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re xwest.

Li gorî daxuyaniyê agahiyên derbarê nasnameya şehîdan wiha ne:

Nasnav: Dilxwaz Germiyan
Nav û Paşnav: Binêr Fayiq
Cihê Jidayikbûnê: Rizgarî
Navê Dayikê: Nesrîn
Navê Bav: Fayiq
Cih û Dîroka Şehadetê: 31’ê Adara 2024’an / Zap

Nasnav: Argeş Kobanê
Nav û Paşnav: Xalid Muslum
Cihê Jidayikbûnê: Kobanê
Navê Dayikê: Ferîde
Navê Bav: Mûstafa
Cih û Dîroka Şehadetê: 16’ê Çileya 2024’an / Zap

Back to top button