Şerê Îsraîl û Hemasê: 194 roj

Amadekariya operasyonên artêşa Îsraîlê ya li Refahê ku ji ber vê gelek bertek hatin nîşandan, bi şênberî derdikeve holê.
Artêşa Îsraîlê bi balafirên şer Refahê bombebaran kir û di encamê de li gor agahiyan 4 jê zarok herî kêm 7 Filîsîtinî jiyana xwe ji dest dan.
Di vê navberê de rayedarên tenduristiyê ya Fîlîstinê û medyaya nêzî Hemasê ragihandin ku artêşa Îsraîlê li kampa penaberan a El-Magazî êrîşên hewayî pêk anîne.
Û di vê êrîşê de jî li gor wan saziyan di nav de zarok 11 Fîlîstînî mirine.

Ji 7’ê Cotmeha 2023’yan ve hejmara windahiyan li Şerîda Xezayê zêde dibe.

Wezareta Tendurtiyê ya Fîlîstinê ya li Xezayê derbarê bîlançoya dawî daxuyanî da.

Wezareta Tenduristiyê ragihand ku di nava 24 saetên dawî de li Şerîda Xezayê 56 Filîstînî mirine û 89 jî birîndar bûne.

Li gorî vê agahiyê bîlançoya giştî hejmara miriyan derket 33 hezar 899’an û yên birîndar jî bûn 76 hezar 664.

Her wiha di daxuyaniya wezaretê de hat destnîşankirin ku hîna jî li kolanan û di bin xirbeyan de kesên mirin e hene, lê belê ji ber astengiya hêzên Îsraîlê erkdarên tenduristiyê nikarin destwerdanê bikin.

Îsraîl bi tankan ber bi bakurê Şerîda Xezayê ve diçe

Li aliyê din Îsraîlê bi tankan ber bi bakurê Şerîda Xezayê ve diçe.

Li gor nûçeya malpera Walla ya Îsraîlê hêzên Îsraîlê di çend saetên dawî de amadekariyên xwe ji bo êrîşeke berfireh a leşkerî bo ser bajarê sînorî yê Refahê li Şerîda Xezayê zêde kiriye.

Rayedaran diyar kirin ku vekişîna artêşê ji Xan Yûnisê ya li başûrê Şerîda Xezayê û her wiha ji herêmên din ên li bakur, ji bo pêkanîna rêzên operasyona bejahî ya li Refahê ye.

Wek agahiyên dawî balafirên şer ên Îsraîlê jî stargeha dawî ya Filîstiniyan li Refahê êrîşên hewayî pêk anî.

Li gorî agahiyên xebatkarên tenduristiyê di bombebarana Îsraîlê de 4 jê zarok herî kêm 7 Filîsîtinî jiyana xwe ji dest dan.

Operasyona li ser Refahê dibe sedema rexneyên navneteweyî, ji ber ku ji tevahiya nifûsa 2,3 mîlyonî ya li Şerîda Xezayê nêzî 2 mîlyon kes koçber bûne.

Artêşa Îsraîlê bi balafirên şer Refahê bombebaran kir

Şahîdên bûyera bombebaranê destnîşan kirin ku herema ku Îsraîlê bombebaran kir hejmarek zêde Fîlîstinî ji cihê xwe bûn û wêraniyek mezin hat jiyîn.

Di vê navberê de rayedarên tenduristiyê ya Fîlîstinê û medyaya nêzî Hemasê ragihandin ku artêşa Îsraîlê li kampa penaberan a El-Magazî êrîşên hewayî pêk anîne.

Û di vê êrîşê de jî li gor wan saziyan di nav de zarok 11 Fîlîstînî mirine.

Şerê Îsraîl û Hemasê: 193 roj

Back to top button