Li girtîgeha Sîncanê ya Enqereyê rûniştina biryarê ya Doza Kobanê li dar ket

Îro li girtîgeha Sîncanê ya Enqereyê rûniştina biryarê ya Doza Kobanê li dar ket û rewşa girtinê ya girtiyan hat nirxandin
Siyasetmedarên ku parastina xwe kirin gotin, ew çar sal in li ser banga desthilata AKP-MHP’ê tên darizandin û dîl girtî ne.
Di rûniştinê de biryara dewama girtina siyasetmedaran hate dayîn.
Ji bo gotinên dawî bên gotin û biryar bê dayîn doz taloqî 16’ê gulanê hate kirin.

Îro li girtîgeha Sîncanê ya Enqereyê rûniştina biryarê ya Doza Kobanê li dar ket û rewşa girtinê ya girtiyan hat nirxandin

Hevserokên giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê yên berê jî di nav de 17 jê girtî bi giştî 108 kes ji ber şermezarkirina êrişên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê tên darizandin.

Hevserokê giştî yê HDP’ê yê Selahattîn Demîrtaş û hin siyasetmedarên din bi reya pergela deng û dîmen beşdar bûn.

Hat ragihandin 13 siyasetmedarên ku Gultan Kişanak, Sebahat Tûncel, Ayla Akat Ata û Fîgen Yuksekdag di nav de tev li daneşînê nebûn.

Siyasetmedarên ku parastina xwe kirin anîn ziman, ew çar sal in li ser banga desthilata AKP-MHP’ê ji ber fikrên xwe tên darizandin û dîl girtî ne.

Doza Kobanê: Dîrok daraza herî mezin e

Her wiha siyasetmedaran bangên xwe ên ji bo şermezarkirina êrişên DAIŞ’ê yên li dijî Kobanê bibîrxistin û gotin:

Cezakirina me ya kesên ku bangeke wiha demokratîk kirî, di heman demê de wê bibe xelatkirina DAIŞ’ê.

Ev di heman demê de peywîra we ye lê di dozên wiha de her tim gotina dawî dîrok dibêje.

Demîrtaş: Daxwazeke min a axaftinê nîne

Herî dawî siyasetmedar Selahattîn Demîrtaş ê mafê axaftinê girt, tenê du hevok anî ziman û got:

“Daxwazeke min a axaftinê nîne. Ez azadiya hemû hevalan dixwazim.”

Di Doza Kobanê de kes nehate berdan

Dozgerê ku mutalaya xwe pêşkeş kir, bi hinceta ku delîlên şênber ên gumanbariya sûc a xurt hene, xwest biryara dewama girtina siyasetmedaran bê dayîn.

Di runiştina dihat payîn ku biryar were aşkerekirin de şandeya dadgehê biryar dabû wê dîrokeke din de biryar were dayîn.

Lê biryara dewama girtina siyasetmedaran hate dayîn.

Hat ragihandin rûniştin ji bo gotinên dawî bên gotin û biryar bê dayîn taloqî 16’ê gulanê hate kirin.

Beriya runiştina biryarê DEM Partiyê bang li raya giştî û daraza Tirkiyê kir

Back to top button