Ezîz Ereb û şehîdên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin bibîranîn

Şêniyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şehîdên mehên Adar û Nîsanê yên di sal û cihên cuda de şehîd bûne bi bîr anîn.

Di salvegera bîranîna şehîd Ezîz Ereb de şehîdên mehên Adar û Nîsanê yên li herêmê di cih û demên cuda de şehîd bûne hatin bibîranîn.

Şehîd Ezîz Ereb 17’ê Nîsana 1985’an de şehîd bû.

Şehîd Ezîz bû yekemîn şehîdê Ereb di nava tevgera azadiya Kurdistanê de.

Di salvegera 38’emîn a şehadeta şehîd Ezîz Ereb de, ew û 270 şehîdên din li bajarê Hesekê hatin bibîranîn.

Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Beşar Koş berxwedan û fedakariya gelê herêmê ji bo parastina ewlehî û têkbirina planên dewleta Tirk a dagirker silav kir.

Li navçeyên Til Birak û Şedadê yên heman kantonê jî bi 2 merasîmên cuda şêniyan şehîd Ezîz Ereb bi bîr anîn.

Bi heman boneyê li Kantona Reqayê jî merasîmên bîranînê hatin lidarxisitn.

Beşdaran destnîşan kir ku pêwîst e bi fikrê azad û tevlêbûna li nava Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) destkeftiyên şehîdan bên parastin.

Xelkê Kobanê sersaxî ji malbatên 2 gerîlayan re xwestin

Back to top button