Li ‘herêma bêçek’ di êrişên hêzên hikumeta Şamê de 2 çete birîndar bûn

Li ‘herêma bêçek’ hikumeta Şamê bi balafirên bêmirov êrişî navendên çeteyên dewleta Tirk kir.

Li rex vê aloziya aborî, şer jî qet nerawestiyaye.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ragihand ku 5 balafirên bêmirov ên hikumeta Şamê êrişî navendên çeteyên dewleta Tirk a dagirker kirine.

Çavdêriyê eşkerekir ku êriş li eniya rojhilatê Atarb û Kefer Eme yên li rojavayê Helebê û eniyên Xirbet Naqûs, gundê Qahra û Ziyare yên herêma deşta Xabê li rojavayê Hemayê pêk hatin.

Di encamê de 2 çete birîndar bûn.

Li Humsê çeteyên DAIŞ’ê êrişî şivanên pez kirin

Tevgera Çeteyên DAIŞ’ê jî li çolistana Sûriyê berfireh dibe.

Çavdêriya Sûriyê ragihand ku şaneyên DAIŞ`ê êrişî komeke şivanan li rojhilatê Himsê kir û zêdetirî 100 serî pez dizîn.

Li gorî çavdêriyê, ji destpêka salê ve, di êrişên li çolistana Sûriyê de, 301 kes hatine kuştin.

Ji wan 37 şênî, 240 çekdarên hêzên hikumeta Şamê û komên alîgirên wan ne.

Her wiha di nava wan de, 24 çeteyên DAIŞ`ê jî hatine kuştin.

LI Quneytira di êrişeke nenas de efserekî hikumeta Şamê hat kuştin

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê diyar kir ku çekdarên nenas bi çekên navîn êrişî leşkerên benda kontrolê a hêzên hikumeta Şamê ya parêzgeha Qunytira kirin.

Di encamê de, efserek hikumetê hate kuştin û yek jî birîndar bû.

Şerê hêzên Şamê û çeteyan: 2 kes hatin kuştin

Back to top button