RÊXISTINÊN MAF JI BO GUVEN BANG KIRIN: DAXWAZAN QEBÛL BIKIN

Şaxa Komeleya Mafên Mirova (ÎHD) ya Amedê,

Baroya Amedê,

Nûnertiya Weqfa Mafên Mirova ya Tirkiyê (TÎHV) a Amedê,

Odeya Tabîban a Amedê û Komeleya Însiyatîfa Maf a Amedê ji bo balê bikişînin ser rewşa greva birçîbûnê ya Leyla Guven li avahiya ÎHD’ê civîna çapemeniyê li dar xistin.

Daxuyaniya hevpar ji aliyê Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Abdullah Zeytun ve hat xwendin.

Abdullah Zeytun bi bîr xist ji bo tecrîdkirina Rêber Ocalan bi dawî bibe Leyla Guven û girtiyan dest bi grevên birçîbûnê kirin.

Zeytun da zanîn ku li girtîgehên cuda zêdeyî 250 girtiyên din jî bi daxwaza Leyla Guven di greva birçîbûnê de ne û got:

“Li hin zindanan gelek girtî pirsgirêkên tenduristiyê dijîn.

Bi çalakiyan re binpêkirina mafan jî dikeve rojevê.”

Zeytun greva birçîbûnê ya Guven a di roja 78’emîn de bi bîr xist û wiha dewam kir:

“Her roja ku diçe rewşa Guven giran dibe û tenduristiya wê xerab dibe.

Rewşa tenduristiya wê ketiye merhaleyek krîtîk.

Gelek nexweşîn bi Guven re peyda bûne.

Heta niha 10 kîlo zeîf bûye.

Ji ber rewşa tenduristiyê 15 roj in bi Guven re hevdîtin pêk nehatiye.

Zeytun bal kişand ser daxwaza Leyla Guven û got:

“Daxwaza Guven di çarçoveya hiqûqa gerdûnî de daxwazek mafdar e.”

Leave a Reply

Back to top button