Şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Mihemed Xidir Yûnis 12’ê Nîsanê li Reqayê şehîd bûbû.
Şêniyên bajar û gundewarên Hesekê şehîd Mihemed bi merasîmekê oxir kirin.
Merasîma oxirkirinê li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawudiyê hat lidarxistin.
Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mistefa Osman sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got,
Şehadet nîşaneya hebûna dozeke civakî ye ku hêja ye mirov xwe ji bo wê feda bike.
Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Hesekê Demhat Hesekê şehîdên azadiyê bi bîr anîn û diyar kir ku bi saya fikr û felsefeya Rêber Apo xwîna pêkhateyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo parastina welat tevlihev bû.
Piştî xwendina wesîqeya şahadetê, cenazeyê şehîd Mihemed El Yûnis hate oxirkirin.